Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1996-07-20
Osman Aytar wê rojê ji bo kovara Çira nivîsek ji min xwest.
Min jî got baş e, ezê tiştekî hazir bikim.
Nivîsa ez hazir dikim çend dîlokên(dûrikên) di dawatan da li ser bûk û zavê tên gotin.
Diya
min di çend sal berê di kasetekê da ji min ra şandibû. Diya min, pîreka Silêmanê Biro Şêhêya rahmetî û keça wê Fatê ji min ra kasêtek dagirtibûn. Min ji kasêtê derxist ser kaxetê û ji
Malmîsanij ra got heger hûn dixwazin ez kanim ji bo kovara Çira hazir bikim.
Osman ev nivîs ji min xwest, got Malmîsanij ji min ra gotiye. Min nîvê wê nivîsî, maşalê sibe biqedînim.
XXX
1999-07-20
Min wergera Susanna Tamaro îro bir teslîmî Firat Cewerî kir. Min navê wê kir "Bide dû dilê xwe". Bi ya min navekî pir xweş e. Navê bi swêdî, "Gå dit hjärtat leder dig." Yanî here dera dilê te te dibe wir."
Bi min "Bide dû dilê xwe" xweştir e.
Li gorî bazara me ewê destûrê ji weşanxana kitêb çap kiriye û ji Susanna Tamaro
bigre.
Ewê 2500 kron û 50 kitibî jî bide min.
Li hember vê ezê jî mafê weşana kitêbê
bi temamî bidim Nûdemê. Heger anormaliyek dernekeve kitêb ewê payizê derkeve.
XXX
2000-07-20
Mahmûd,
Min ev nameya jêrîn ji Azadiya Welat ra şandibû.Mala wan ava
be wa ye bersîva min dane. Ez herduyan jî ji bo ku tu jî bixwînî ji te ra dişînim.
Ez baş dizanim xizna(xezîna) te ya gotinên kurdî ji Xizna
Qarûn jî dewlemendtir e, lê dibe ku dîsa jî ev gotin di xizna te da tunebe. Ji
ber ku ez ne merivekî çavnebar û hesûd im, lema jî ez gotina "wane"
dîyarî xizna te dikim û bi vî hawî dibim alîkarê dewlemend kirina wê.
Gelek silav
Zinarê Xamo
XXX
1986-07-20
Çûm Federasyonê. Henefî Celeplî li wir bû. Me li ser nivîsên Berbangê hinekî soh bet kir. Gelkî bîna min teng kir. Wiha here ezê dev ji Berbangê berdim. Henîfî pir midaxeleyî nivîsan dike, dibê her nivîs li gorî dilê wî be.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar