20 juli 2022

Wer xuya dike li Tehranê dewla Erdogan bi avê neketiye


Li gorî xeberên medyayê Pûtîn û Reîsî ji êrîşa Tirkiyê ya ser Kurdistana Rojava ra negotine erê, jê ra lampa kesk vênexistine.

Heger rast be, heger bi rastî li dijî dagirkirina Kurdistana Rojava derketibin baş e, li kara me ye.

Lê li ser çi li hev kirine, destûra çi dane Erdogan hîn ne diyar e. Di rojên pêş da ewê xuya bibe.

Li Sûriyê di xurtbûna kartên di destê Tirkiyê da, di dagirkirina Rojava da tu kara Rûsyayê û Îranê tuneye, belovacî wê bi qasî me û Eshed li zarara wan e jî. Ji bo wê jî gerek nehêlin Tirkiye li Sûriyê û Rojava xurt bibe.

Tirkiye pir dixwaze êrîşî ser kurdan bike, ji Efrînê heta bi Dêrika Hemko seranserê Rojava bi 30 km kûrahî dagir bike, lê heger Pûtîn û Îbrahîm Reîsî qebûl nekin nikane tu jahrê belav bikin.

Heger Pûtîn û Reîsî destûrê bidin tirk ewê êrîş bikin, tirk ewê guh nedin mixalefeta Amerîka û Fransayê. Ewê biceribînin, û reaksîyona Amerîka yê fêr bibin.

Li gorî texmîna Erdogan dema êrîş bikin Amerîka ewê li dij dernekeve, tenê rexne bike lê şerê Tirkiyê nekin.

Heger Amerîka reaksîyoneke pir sert nîşan bide ewê bisekinin. Yanî dixwazin şêla Amerîkayê biceribînin.

 Lê bi qasî xuya dike Erdogan dîsa pûş kutaye, ji civîna Tehranê destvala û hustuxwar vegeriyaye Anqerê.

Lê rehet nasekine, ev pilan nebû, ewê pilaneke din çêke, ewê mijareke din bibîne. Helbet ew dijmin jî dîsa ewê kurd bin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE