20 juli 2022

Hustuxwarî ne çare ye

Bi hustuxwarkirinê, bi libergerê, bi zeytkirinê, bi bertîlkirinê tirk dev ji neyartiya kurdên başûr û Kurdistana Federe bernadin. Hûn çi bikin jî tirk nabin dost û dilxwazên we. Dibê hûn vê rastiyê ji tarîxa xwe ya dûr û nêzîk fêm bikin.

Artêşa Tirkiyê li Zaxoyê li hemberî sivîlan qetlîamek kiriye, 10 siwîl kuştine, 30 heb jî birîndar kirin. Piranî jin û zarok in. Ev teroreke mezin e.

Sûcdar, qatil eşkere ye, artêşa Tirkiyê ye. Dev ji qulpa PKKê berdin. Ne xweş e, hûn xwe pê biçûk dixin. Bi hustuxwarkirinê Erdogan nabe dostê we. Bi mêranî sûcdaran, qatilan rexne bikin û ser vê qetlîamê negrin, dibê sûcdar hesab bidin, ceza bibin.
Ev ne cara pêşî ye artêşa Tirkiyê qetlîamên wiha dike, berê jî gelek caran qetlîamên wiha kirin û ji wan ra ma. Dibê vê carê ev qetlîam ji wan ra nemîne, dibê Tirkiye bedelekî mezin bide....

XXX

Tiştê Tirkiye tîne serê me kurdên bakur, başûr û rojava terorîzm e, terora dewletê ye.

Her roj bi rengekî sîstematîk dereke Kurdistanê bombebaran dikin, her roj çend kurdan dikujin û birîndar dikin.

Ji bo ku em kurd in û ew kanin bi me vê terora bênabên li hemberî me didin meşandin.

Îro jî çend caran hin herêmên Zaxo bombebran kirine, 10 kes kuştine, 30kes jî birîndar kirine.

Lê qaymeqamê Zaxoyê gotiye kuştî û birîndar kanin zêde bin. Ev terorîzim e, qetlîam e, sûcekî li hemberî xelkê siwîl e.

Dibê hukûmeta Kurdistana Federe û Îraq hesabê vê cînayetê, vê terora sîstematîk ji Tirkiyê bipirsin, dibê ev tero ji wan ra nemîne, dibê bedelekî bidin.

XXX

Ji ber ku li Tehranê destûra êrîşê û dagirkirina Rojava nedan Erdogan, ji qahra gundên Zaxoyê bombebaran kirine, çend kurd kuştine û birîndar kirine, bi vî hawî heyfa xwe ji kurdan girtine.

Rojê çend kurdan nekujin, çend derên Kurdistanê topbaran û bombebaran nekin ewê har bibin û rahêjin însanan. Lema her roj gerek xwîna çend kurdan biherikînin.

Kurdên hîn jî hevalên van zebanîyan hene.

Îraq, hukûmeta Kurdistanê li hemberî vê terorê gerek bêdeng nemînin, reaksîyoneke pir sert nîşan bidin. Bêdengî teslîmîet e, serîtewandina li hemberî terora Tirkiyê ye.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE