Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1986-07-21
*Fûadê me telefon kir, got emê sibe herin şerbeta Metîn û Medînê vexun.
Xwezî ez jî nuha li wir bûma.
Medîne dozmama wî ye, belkî bi vê zewacê nabêna bavê min û apê min jî baş bibe.
Min bawer nedikir apê min keça xwe bide Metîn. Çimkî bavê min, diya min pir li
dijî apê min in. Hêvî dikim bi zewacê nabêna wan baş bibe.
Min telefonî apê xwe kir, apê min ne li mal bû, bi jinapa xwe Saadetê ra
peyivîm, min got ser xêrê be, çavê te ronî be.
Xwezî ez jî nuha li wir bûma. Saadet jineke pir xanim e, ezê
hez dikim. Yeka ne şerrûd e, nabêna wê û diya min jî tu carî xera nebû.
*Bedriye Kaya li mala me bû. Çaxa bîna wê teng dibe carnan tê ba me. Baş e
rê zane, qenekê bi tenê kane here û were.
*Çûm Federasyonê. Min nivîsên Berbangê xwendin, rast kirin.
Dûra çûm bajêr, min û Rojvan(Rojvan Yeşîl) û Remzî Kerîm hevdu dît. Min Remzî
nas nedikir. Rojvan ew nas dikir. Me hinekî sohbet kir. Remzî got ez dixwazim
alîkariya Armancê bikim. Min got pir baş e. Ezê ji hevalan ra bibêjim.
Yekî din li me, lixebatkarên Armancê zêde bibe pir baş e, Armanc ewê xurttir
bibe.
XXX
1996-07-21
Mistefa Kalpak em çend heval ezimandin mala xwe. Zîyafeteke
mezin da me. Camêr ji me ra goşt biraşt. Em hetanî derengê şevê man.
Vê carê festa
me, şahiya me bê teşxele, bi silametî derbas bû. Ji bo wê ez pir kêfxweş im.
XXX
1999-07 21
Piştî teslîmkirina Evdila Oclan, nuha jî endamekî
ERNKê Cewat Soysal ji alî hukûmeta Moldavya ve teslîmî Tirkiyê hat
kirin. Tirk wek di mesela Ocalan da di vê bûyerê da jî dîsa qala qahremaniya
xwe dikin. Li gor beyana ERNKê lawik li Almanya penaber e musaeda wî ya siyasî
heye. Berî bi heftakê çûye Moldavya û li wir hatiye girtin û nuha jî wa ye
teslîmî Tirkiyê kirin.
Ev tiştê li me dibe zulmeke pirr mezin e, lê ji ber ku xwediyê me tuneye lema
jî tiştekî zêde ji destê me nayê.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar