21 juli 2022

Artêşa tirk nizanîbû yên dikujin ereb in

Artêşa tirk heger bizanîbûya yên li seyrangeha gundê Perexê ereb in ev qetlîam nedikirin, gotin de Zaxo ye, kurd in. Jixwe gundê Perexê berê jî, di 15ê vê mehê da bombebaran kirine û du kes birîndar bûne.

Yanî edresê baş nas dikin, berê jî ceribandine.
Kuştina kurdan ji bo artêşa tirk êdî bûye karekî rûtîn, kînga dilê wan bixweze derekê bombebaran dikin, ji wan ra tu carî nabe problem.

Çimkî ne hukûmeta Kurdistanê, ne jî kurd dengê xwe nakin; dikin ax ox, şîna xwe dikin û li mala xwe rûdinin.

Lê vê carê kesên kuştin ne kurd in, ereb in. Ereb jî bêdeng neman, reaksîyonek baş nîşan didin. Mesele kane mezintir bibe.

Berpirsiyarên Tirkiyê ji dêlî sûcê xwe qebûl bikin, înkar dikin, dibêjin ne em in. Lê rim di çewêl hilnayê, qetlîam nayê veşartin. Bi vê quretî û pozbilindiya xwe sûcê xwe girantir dikin.

Ji zorê, ji çavsoriyê hetanî nuha kare xwe dîtine, hêvî dikim vê carê pozê wan bê firikandin.

XXX

Erebên Îraqê li dijî qetlîama Zaxoyê mêraniyeke pir baş nîşan didin. Ji do da ye Tirkiyê bi şîdet protesto dikin, li Bexdayê sefereta Tirkiyê şewitandin. Eferim ji wan ra, camêran pîroz dikim.

Ev çend sal in tirkan bi dehan car eynî tişt anîne serê kurdan jî, lê ne hukûmeta Kurdistanê, ne jî kurdan reaksîyekek wiha nîşan nedan. Ji bo wê jî tirkan tim kurd terorîze kirin, gundên wan bombebaran kirn û kuştin.

Ev şêla erebên Îraqê hêjayî teqdîrê ye, hêvî dikim mezintir û berfirehtir bibe û leşkerên tirk ji Kurdistanê û Îraqê derxin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE