22 juli 2022

Ji dêlî bîranînan

Di nabêna salên 1985-2011a da 15 salan min notên rojane girtine, hin bîranînên xwe nivîsîne.
Tiştekî xerîb e di van 15 salan da îro min tu not negirtiye, tiştek nenivîsîye.
Di defteran da û di kompîtorê da rûpela îro vala ye. Belkî di pêş da hin rojên din jî wek vê hebin. Yanî dema rojekê min nenivîsî dibê hûn bizanibin wê rojê min not negirtiye.

Tenê sala 1986a da bi minasebeta nîşana birayê xwe Metîn, min telefonî mala apê xwe Hecî Emer kiriye, bi apê xwe ra peyivîme. Diya min û bavê min li wir bûne, ez bi wan ra jî peyivîme. Bêyî vê notê tu salê min îro tiştek nenivîsîye.

Ez viya çima dibêjim?

Çend nas, dost û kesên min taqîb dikin hene, her sibe notên min dixwînin, ez viya ji bo wan dibêjim.
Ji bo ku bizanibin îro çima min bîranînên xwe dom nekir, çima min nabên dayê?

Dema ez rojekê bloga xwe nuh nekim, dibê xwendevanên min, kesên min taqîb dikin bizanibin mesele çi ye, ji bo çi min nenivîsîye?

Yanî sebebê îro min bîranînên xwe nenivîsî ev e, di defteran gişan da rûpela îro vala ye. Tesadufeke xerîb e, lê bûye. Lema min xwest we jê agahdar bikim. Bi vî hawî ev nivîs jî bû wek bîranînekê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE