22 juli 2022

Pûtîn qurretiya Erdogan jê ra nehîşt !

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Tehranê di civîna bi Pûtîn ra 54 sanîya ew da payin.
Ji ber ku Pûtîn jî berê li Moskovayê 2 deqîqeyan ew dabû payin.
Gotin Erdogan li Tehranê heyfa xwe ji Pûtîn girt.
Dema min ev xeber xwend, min ji xwe ra got Pûtîn viya ji Erdogan ra nahêle, miheqeq ewê pîê vede.
Îro ew texmîna min rast derket, rûsan li Idlibê bi çeteyên Tirkiyê vedane.

Balafirên Rûsyayê vêsê li Idlibê li ciyekî çeteyên Tirkiyê xistine, dibêjin 7 kuştî û 9 kes jî birîndar in.

Ez dibêjim Pûtîn bi vê êrîşê heyfa derengmayina 54 saniya ji Erdogan girt.

Reîsê mezin feqîro ji tirsa newêre bibêje kirt ! Newêre bibêje çima we lêxist, çima we hewqas însan kuştin?

Gava hûn loqê ji serê xwe mezintir bixun û bi Pûtîn ra qayişê bikşînin, Pûtînê çeteyên we wiha bikuje û hûn newêrin bibêjin çima jî?

 XXX

Berpirsiyarên Tirkiyê piştî qetlîama Zaxoyê pir bêdeng xuya dikin, bûne wek pisika şîrê malê rijandibe, xwe melisandine.

Îro civîna wan a Heyeta Ewlekariyê hebû. Di belavoka civînê da ne qala qetlîama Zaxo kirine, ne jî gotine kînga ewê êrîşî Rojava bikin.

Ji meha gulanê da ye zirtezirta wan e, xwe li kurdên Rojava radikşînin, dibêjin ya îro, ya sibe emê tevayiya Rojava dagir bikin û em ji kesî jî destûrê nagrin.

Lê fort ne bi pera ye, di civîna Tehranê da Reîsî û Pûtîn ji Erdogan ra gotin bes e zirta bide xwe, em destûrê nadin te. Lema di beya Civîna Heyeta Ewlekariyê da qet qala êrîşa xwe nekirine.

Şêla erebên Îraqê baş e, dibê kurd jî bi wan ra hereket bikin û leşkerên tirk ji welatê xwe derxin. Qetlîama Zaxo fersendeke baş e, dibê li tirkan bijdînin, wan ji welatê xwe derxînin.

Tirkên îslamî-faşîst ji îttîhatçiyan û ji kemalîstan xerabtir kirin, pir stûr û çavsorî bûne, li bela xwe digerin, zû dereng rojekê ewê bela xwe bibînin. Aynê miletê kurd ewê ji wan ra nemîne. 

Tirkan pir zulm li kurdan kirin, pir xwîna kurdan herikandin. Ev qetlîam ewê ji wan ra nemîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE