22 juli 2022

Karê ji betalî

 

Carnan ji betalî jî meriv karê baş dike. Îspata wê ev pasta ye. Ji betalî, ji bîntengiyê min çêkir.
Vêsê hewa xweş bû, dûra dinya bû ewr û baranê dest pê kir.

Di hundur da bîna min teng bû.

Min hinekî xwend, çend tişt nivîsîn lê sebra min nehat. Vir da, wê da çûm hatim, li mijûliyekê gerîyam. Dûra dîsa roj derket, hewa xweş bû. Êdî meriv kanîbû li hewşê di bin terasê da rûne û qahwa xwe vexwe.

Xanimê çû xwe dirêj kir, got ez pir westîyame.

Ji betalî min rabû ev pasta bi zahferan, gûz û qalikê pûrtiqala çêkir. Pastake meşûr e, dema mîvan tên ji wan ra çêdikim. Pir tahm û lezet e.

Û ji germî du dîlim jî da cîranê xwe yê swêdî.

Hîn germ bû, bîneke xweş jê difûriya. Xanima cîranê min got çi bîneke xweş jê tê.

Min got rast e, bîna zahferanê ye.

XXX

 

Do, pêr min ji germê gazin kir, îro wa ye ewrekî reşî tarî xwe berra ser Stockholma xopan daye, telefona min dibêje bîsteke din baranê bibare.

Xanim dibêje bira bibare, ne xema wê ye. Çimkî nabêna wê û avê qet tuneye, qet naxwaze xwe nêzî peravên gol û behr mehran bike. Herî zêde nigê xwe dixe avê.

Bi Xwedê hema hema ez jî wek wê me, jê dêlî herim ber avê, min derya aniye vir, hewş kiriye perav, li hewşê xwe didim ber tavê. Lê şikir wa ye jî qediya.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE