Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1985-07-23
*Yilmaz(Selîm Bakac)îro qirîza dil derbas kir. Li nexweşxanê çûm ser. Pîreka wî feqîrê gelkî tirsiya bû, wek zerika hêkê zer bûbû.
Hêvî dikim bi silametî derbas bibe.
Tuxtor dibêje ji mirinê xelas bûye. Di vî umrî da sekta dil pir zor e.
*Li bajêr rastî Behzat Baskin hatim. Min xêrhatin dayê, li halê wî pirsî.
Mizafer Uzun û Wahap jî pê ra bûn. Me li ser niga hinekî sohbet kir. Ez û
Behzad emê dûra hevdu bibînin.
XXX
1986-07-23
Aslan Kaya hat mala me. Şekirê wî dîsa pê ra bû, zarokan kêf
kir. Tu carî bêşekir nayê, çaxa tê dibe eydiya zarokan. Ji her zarokekî ra
torbak şekir tîne. Hetanî here bi wan ra mijûl dibe, bi wan ra dilîze. Heger
dersên wan hebe alî dike. Lema jî dema zarok wî dibînin kêfa wan tê.
XXX
1997-07-23
Em îro ji Almanyayê ji ba Metîn hatin. Çûna me gelkî baş bû. Heta du sê rojan
min Metîn nas nedikir, ji min ra wek yekî xerîb bû. Lê dûra hêdî hêdî çavê min
ew qebûl kir.
17 sal in me hev nedîtiye, qey demek hewqasî dûr meriv hev nebîne
wiha dibe.
Ji bêşansiya me ra keça wan li Ulmê di nexweşxanê da bû, lema me tu tahmek baş
ji hev negirt.
Medîne ji mecbûrî li nexweşxanê li ba keşikê bû. Em çûn şevekê
li nexweşxanê man. Ji alî madî da rewşa wan zêde ne baş e.
Bajarê lê
dimîne(Gîssen)bajarekî biçûk e, min heger mimkûn be here bajarekî din. Lê heger
karê meriv baş be bajarê biçûk baştir e.
Di vegerê da me riya xwe bi Cellê xist, em du rojan li mala Îskender Edîzê me
yê êzdî man. Camêr wî û xanima xwe gelkî qedrê me girtin. Ez ji Îskender û
êzdiyan hez dikim. Kurdên paqij û kurd mane.
Ez ditirsiyam min digot belkî perê me ewê têrê neke, lê têrê kir. Me 2500 kron
jî paş da bi xwe ra anî. Ev baş bû. Min 3000 hezar kron ji Mamoste deyn kiribû
ezê perê wî bidimê. Min got belkî perê me têrê neke min jê girt.
XXX
2011-07-23
Xebera wefata apê Îbo bavê hevalê min Mahmûd Lewendî ez gelkî xemgîn kirim.
Apê Îbo mirovekî sohbetxweş û gelkî dengxweş bû. Him kurdî û him jî stranên
Celal Guzelses pir xweş digot.
Çend sal berê li Stockholmê bû nesîbê min, him li wî dengê wî yê xweş
guhdarî bikim û him jî pê ra nezere(pinîkêr)bilîzim. Di nezerê da jî
û stranbêjiyê da jî hoste bû. Di nezerê da zora me bir.
Merivekî şên û pir henekçî bû.
Li gel vê xebera tahl û nexweş, tiştê xweş ew e ku piştî 31-32 sal surgûnî
Lewendî berî wefata apê Îbo çû welêt û gihîşt ser bavê xwe. Vê yekê ez
pir kêfxweş kirim.
Bira gorra wî buhuşt be û serê malbat û zarokên wî sax be....
XXX
2015-07-22
Twitta Murad ya piştî qetlîama Sirûcê. Qetilkirina 32 xortan
mahkûm nake, ”bi şîdet proteston” nake, xemgîniya xwe naîşan nade. Lê kuştina
du pûlisan ”bi şîdet mahkûm dike”! Murad Ciwan @murad_ciwan 21 jul Hükümetin
açıkça şunu demesi gerekir:
"Madem Suruç Katliamı başarıldı, istihbarat ve güvenlik zaafiyeti
var." Bu ABD'de de olsa böyledir.
2015-07-21 Twitta Murad ya piştî kuştina herdu pûlisan. Murad Ciwan
@murad_ciwan 53 minför 53 minuter sedan Ceylanpınar'da iki polisin öldürülmesi,
terör ve savaş suçudur. Savaşta bile esir edebilecekken öldürmek savaş suçudur.
Şiddetle kınıyorum.
2015-07-23
XXX
2011-07-23
Xebera wefata apê Îbo bavê hevalê min Mahmûd Lewendî ez gelkî xemgîn kirim.
Apê Îbo mirovekî sohbetxweş û gelkî dengxweş bû. Him kurdî û him jî stranên
Celal Guzelses pir xweş digot.
Çend sal berê li Stockholmê bû nesîbê min, him li wî dengê wî yê xweş
guhdarî bikim û him jî pê ra nezere(pinîkêr)bilîzim. Di nezerê da jî
û stranbêjiyê da jî hoste bû. Di nezerê da zora me bir.
Merivekî şên û pir henekçî bû.
Li gel vê xebera tahl û nexweş, tiştê xweş ew e ku piştî 31-32 sal surgûnî
Lewendî berî wefata apê Îbo çû welêt û gihîşt ser bavê xwe. Vê yekê ez
pir kêfxweş kirim.
Bira gorra wî buhuşt be û serê malbat û zarokên wî sax be....
Zinarê Xamo
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar