23 juli 2022

Dibê kurd û ereb bi hev ra li hemberî dagirkeriya Tirkiyê rabin

Erebên Îraqê û Bexdayê li hemberî êrîşa Tirkiyê ya vê carê şêleke baş nîşan dan. Aqûbet li serê yên me be.

Tirkan di van çend salên dawî da bi êrîşên wiha 112 kurd kuştine, bi dehan gundên kurdan vala kirine, nahêlin gundî vegerin gund û malên xwe.

Lê ne hukûmeta Kurdistanê, ne jî kurdan tu carî Tirkiye bi vî rengî protesto nekirin.

Ev yek ne ji ber zeîfiya kurda ye, ne ku kurd nikanin 
li dijî êrîş û dagirkeriya Tirkiyê tiştekî bikin, kanin lê nakin.

Hukûmeta Kurdistanê, partî naxwazin li dijî Tirkiyê tiştekî bikin, ev rast e, teslîmî Tirkiyê bûne. 

Lê xelk kane wek ereb nuha dikin, êrîş, qetlîam û dagirkeriya Tirkiyê protesto bike.
Xelk kane bêdengiya hukûmetê û partiyan şermezar bike. Lê xelk jî nake, xelk jî li dijî êrîş û qetlîamên Tirkiyê bêdeng e.

Ev yek bûye sebebê tirk bêtirs pê li serê me kin û dema dilê wan dixwaze me bikujin.

Bêdengî, hustuxwarî ne rast e, tirkan aşûnî dike, bêtir diazirîne, bêtir bêperwa dike.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çûye Bexdayê, ewê bi serokwezîr Mistefa Kazimî rûne.

Hêvî dikim li ser gelşên nabêna Hewlêrê û Bexdayê netîceyeke baş bigire û li hemberî Tirkiyê jî li ser jî li ser siyaseteke nuh li hev bikin.

Dibê kurd û ereb destên xwe bidin hev û Tirkiyê ji Kurdistanê û ji Îraqê derxin, hebûna artêşa Tirkiyê li Kurdistanê ewê tu carî rehetiyê nede kurd û ereban.

Bêdengiya kurd û ereban ewê tu carî rehetiyê, aramiyê nede kurd û ereban.

Dibê tirk bitirsin, zorê, ço bibînin. Heger wer nebe tirk ewê gelek qetlîamên din bikin, ewê gelek derên din dagir bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE