Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1996-07-24
*Ev 66 roj in li dora 2 hezar girtîyên siyasî di çend hefsên
Tirkiyê da di grewa birçîbûnê da ne. Girtî dibêjin di girtîgehan da rewş pir
xerab e, dixwazin rewşa wan baştir bibe, dawî li zulma li wan dibe were.
Îro yekî din jî mir. Ji pêr da ye ev 3 kes in dimrin. Zêdeyî 10 kesan jî di
komayê da ne. Ew jî kanin bimrin. Yanî rewşa wan jî pir kirîtîk e, dibêjin li
ber mirinê ne.
Lê tew ne xema Necmedîn Erbekan efendî ye. Di mesela kurdan da tu ferqa wî ji kemalîstan û eskeran tuneye.
Li Tirkiyê dîsa kaoseke mezin heye, tu ronahî xuya nake. Kurd dîsa perîşan in.
*Li gorî xebera Radyoya Merhebayê di nav van 10 rojên dawî da 17 gerîllayên PKKê, 2 esker û milîsekî gundan hatine kuştin. Yê vê xeberê dide dewlet e, lema jî meriv nizane jimara çiqasî rast in?
Heger xeber rast be pir xerab e, 17 keç û lawên kurd kuştine. Kezeba meriv diperite. Hêvî dikim derew be.
*Ez û Firad Cewerî emê sibe hevdu bibînin. Ezê wergera Mûradhan Mûngan bidimê. Îro telefonî min kir, ji min xwest.
XXX
2008-07-24
Arjen Arî li ser nivîsa min futbolê û bêşiûriya kurdan, dildarên taximên tirk
ev mesaja şandiye:
Dema te bi xér û xweşî be ezbenî,
Min nivîsa we xwend,û min bala xwe dayé ku bi nivîsa Huseyn efendî, hûn gelekî
éşiyane.
Lébelé ezbenî,wexta ku tîma tirk û hineke din bi topé dileyizin û ku tirk bi
ser dikevin,xwezî évareké tu bihata temaşeya coşa Diyarbekriyan;we yé bidîta bé
ku Huseyné reben di 'derve' rast negotibe jî, bo 'hûndir' rastiya rast aniyé
zimén.
Hima, ji kerema xwe li dora xwe meyzéne:meyzéné bé çend kurdan zimané tirkan
kirine mebesta jiyan xwe...
Li gel sşlavén ji milké dil.
Arjen Arî
Merheba birayê hêja!
Gelek sipas ji bo e-maila te ya giranbuha. Bêguman tiştê te gotiye rast e,
jixwe heger hemû kurd bi xîret bûna û bi qasî ku tirk li tirkîtiya xwe xwedî
derdikevin, ew jî li kurdîtiya xwe xwedî derketana nuha halê me ne ev hal bû.
Bi silavên biratiyê
Zinarê Xamo
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar