24 juli 2022

Tirkiyê kuştina kurdan êdî ji xwe ra kiriye karekî rojane

Erdogan qedera xwe, mayina xwe ya li ser hukim bi kuştin û şerê li hemberî kurdan ve girê daye.

Mêrik ji bo ku li ser hukim bimîne, ji bo ku qala dizî, sextekarî û sûcên wî neyên kirin dibê tim bela xwe di kurdan bide, tim bênabên êrîşî kurdan bike, dibê her roj kurdan bikuje.

Roj tuneye li Kurdistana Rojava bi droneran, bi topan çend kurdan nekujin. Her roj miheqeq dikevin xwîna çend kurdên mezlûm. Do ne pêr li Qamîşloyê cîgira Mezlûm Ebdî, Selwa Yûsif û du hevalên wê bi êrîşeke namerdane ya dronerekê kuştin. Ev teror e, jenosîd e.

Tiştên ev çend sal in tirk tînin serê me kurdan jenosîdeke bênabên e, siyaseta qirkirina miletekî ye. Dinya li vê jenosîda tirkan temaşe dike.

Amerîka dibêje rehet bisekine, Rûsya, Îran dibêjin rehet bisekine lê nasekine, tim li dû neridiyekê ye, li dû şer e. Wek makîneya xerabiyê, nerindiyê, şer û qetlê ye.

Ewê bela xwe bibîne, lê ew rojê kînga were ez nizanim.

XXX

Tirkiye 105 km ketiye nav erdê Kurdistana Başûr û bi hezaran leşkerên xwe lê bi cî kiriye.

Li gorî rapora Meclîsa Îraqê daye amadekirin, Tirkiye ne 1, 2, 3 km, tam 105 km erdê Kurdistana Federe û Îraqê dagir kiriye.

Tirkiyê bi bêdengî, bê şer 105 km, nêzî nîvê axa Kurdistana Başûr dagir kiriye, kurdên başûr û Îraq jî hîn bêdeng in

Li hemberî vê bêdengiya kurd û ereban meriv dîn dibe.

Dewletek hewqas erdê meriv dagir bike û meriv bêdeng bimîne sosiret û şermeke mezin e.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE