Li gorî xebera BasNewsê êdî Amerîka jî dikeve civînên nabêna Hewlêrê û Bexdayê.
Ev pêşketineke pir baş e, di civînan da hebûna Amerîkayê di
lehê me da ye.
Ev çend sal in ji civînên kurd û ereban tiştekî berbiçav derneket,
bihostekê jî bi pêş da neçûn.
Ereb li peymanên bi kurdan ra berê îmzekirine poşman bûne, dixwazin mafên qebûl kirine nedin. Lema serî li kurdan digerînin.
Nuha belkî bi xêra Amerîkayê ereb mecbûrî lihevkirinekê werin
kirin. Heger ereb li dijî lihevkirinê bin Amerîkayê bi xwe bibîne kî neheq e û
belkî ev yek bibe sebebê Amerîka piştgiriyê bide veqetandina kurdan.
Bêyî piştgiriya Amerîkayê kurd nikanin serxwebûna xwe îlan
bikin. Amerîka bibêje erê, Fransa û hin dewletên din jî ewê destegê bidin
serxwebûna kurdan.
Yanî ji bo serxwebûnê ji me ra du tişt lazim in, yek jê yekîtiya hêz û partiyên kurdî ne, ya din jî piştgiriya Amerîkayê ye.
XXX
Meriv li ser zik, bi dev û rû va li erdê dirêjbûyî be jî
naxwaze li ciyê xwe bimîne, naxwaze bi paş da here, hewil dide bi pêş da here,
bi pêş da xwe bi kişkişîne.
Îro rewşa me bi tevayî ne baş e, ev rast e, lê em mecbûr in
li ber xwe bidin, bi pêş da herin. Xelasiya ji vê rewşa xerab xebat e,
liberxwedan e.Dibê em hêzî ser xwe bikin, ji erdê rabin. Bêhêvîtî, sistî ne
çare ye, me bi pêş da nabe.
Sebebê vê halê me yê xerab hinekî ji me ye, ji nezanî û bêtifaqiya me ye. Rêberên me ne tu rêber in, dibê hinên baştir, zanetir dîreksîyonê bigrin destê xwe.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar