24 juli 2022

Kemal Kiliçdaroglu gotiye "Peymana Lozanê tapuya welatê me ye"!

Serokê CHPê Kemal Kiliçdarogluyê pan-tirkîst di malpera xwe ya Twîtterê da 99 saliya Peymana Lozanê li tirkan pîroz kiriye, bi şelafîyeke mezin pesnê Mistefa Kemal daye, gotiye:
 
”Gava Meclîs vebe emê pêşniyarekê bidin Meclîsê ji bo ku Lozan bibe cejneke resmî. Lozan, tapuya welatê me ye.”

Meriv sedîsed ne pan-tirkîst be û ji dil û can ne neyarê kurdan be Peymana Lozanê bi vê heraretê pîroz nake.


Kemal Kiliçdaroglu kurdekî ji dil bûye tirkekî nasyonalîst, pan-tirkîst û neyarekî qewmê xwe.

Di 24ê temûza 1923a da bi Peymana Lozanê Îngilterê û Fransayê Kurdistan firotin tirkan û kurd jî ji wan ra kirin bindest.

Bi Peymana Lozanê Kurdistan û miletê kurd perçe kirin û di netîceya wê da em ketin bin destên ereb û tirkan û sê dewletên dagirker.

Piştî îmzekirina Peymana Lozanê miletê kurd di sala 1925a da di Pêşengiya Tevgera Azadîyê û Şêx Seîd da û di salên 1926-1930î da jî li herêma Agiriyê di pêşengiya Îhsan Nûrî Paşa da serî hilda û xwest vê peymana perçekirina Kurdistanê û bindestikirina kurdan biçirîne. Ji wê rojê da ye kurd serî hildidin ji bo ku Peymana Lozanê biçirînin û welatê xwe Kurdistanê azad bikin.

Kemal Kiliçdarogluyê bûye kemalîstekî neyarê kurdan vê Peymana Kurdistan perçe kiriye û miletê kurd jî kiriye êsîrê sê dewletan pîroz dike û dixwaze 24ê temûzê, roja îmzekirina Peymana Lozanê li Tikriyê bike rojeke resmî.

Kurd gerek vî neyarê xwe baş nas bikin û raya nedin partiya wî. Kurdê raya xwe bide vî kemalîstê pan-tirkîst piştgiriyê dide vê siyaseta Kemal Kiliçdaroglu.

Dibê kurd rayên xwe nedin tu partiyeke tirkan, CHP, MHP, AKP nizanim kîjan partî ferq nake, hemû jî neyarên miletê kurd in û vê neyartiya xwe jî êdî venaşêrin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE