25 juli 2022

Çend rêz ji bîranînên min -189-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1986-07-25
*Min û Kerîmê Husamî saet di 15.00a 
li komelê da hevdu dît. Ji bo dîtina kitêba xwe hatibû. Em kitêba wî çap dikin. Min nusxeyek ji kitêbê rê dayê. Pir kêfxweş bû. Bi bêsebrî li bende ye kitêb ji çapê derkeve. Hîn temam çap nebûye. Li ber qedandinê ye. Yekî Yûnan ji me ra çap dike.

*Ji bo protestokirina 12ê Îlonê komeleyên hevalên Yekîtiya Çep(komeleya me jî yek ji wan e) û hin komeleyên din civînek çêkirin. Banga civînê me kiribû.

Civîn li KOMKARê bû. Federasyonê(Betalê mûşî) got li ser vê meselê me hîn tu biryar negirtiye, lê sibe ya jî dusibe emê bicivin û biryarekê bigrin. Got wek prensîb em dixwazin hêz, komele giş beşdarî protestoyê bibin.

Kultur Center û komela R. Welat li dijî civînê derketin, gotin bira Federasyon pêşengiyê bike û hêzên din jî tevê bibin. Piştî hin minaqeşeyan civîn terk kirin, gotin Federasyon me temsîl dike. Civîneke din ewê roja sêşemiyê çê bibe.

Piştî civînê bi rê da Betal ji min ra got, dibê we ev civîn çênekira, we (komeleyên Yekîtiya Çep) bihîşta Federasyonê ev însîyat bigirta.

XXX
1996-07-25

Îro sê girtiyên din jî mri, jimar derket 6a. Dibêjin li dora 60 kesî li ber mirinê ne. Heger wiha here û daxwazên wan neyên qebûlkirin gişên bimrin.

Hukûmet tu daxwazek wan qebûl nake, dibêje bê qeyd û şert dev ji grewê berdin.

Rewş pir krîtîk e, felaket e. Bêbavê Şevket Kazan ji Turkeş jî xerabtir e.

Li gorî vê felaket amezin tu mixalefeteke xurt jî tune ye. Partî jî giş bi hukûmetê ra ne. Yanî li hemberî kurdan bi hev ra ne, piştgiriyê didin hev.

Ewrûpî, Yekîtiya Ewrûpayê hîn nuh hin tiştan dibêjin, lê sist in, zorê, ço nîşanî tirkan nadin. Lema hukûmet guh neda rexne û protestoyên ewrûpiyan.

XXX
2022-07-25

Hêvîdar Zana xanimê pesnê zimanê min daye. Min bi vê nivîsêsipasî wê kir.

Gelek sipas. Baş bûye. Mala te ava be. Em zimanê xwe di dibistanan da fêr nebûne. Lema bingeha me ya zimên ne zaxlem e, devok e, zanîna malê ye. Ya din tesîra erebî, tirkî û zimanên din jî li ser me pir heye. Ev yek dibe sebebê meriv şaş binivîse. Di nivîsên şexsî da tişt nabe, lê di malperên nûçeyan da rastnivîsîn muhîm e. Çimkî bi sedhezaran însan Rûdawê taqîb dikin, şaşiyek kane bi riya Rûdawê di nava milet da belav bibe, cî bigire. Lema jî dibê meriv li zimên pir miqate be. Dibê hinên zimanzan nivîsan berî belavbûnê kontrol bikin. Ev şert e. Her kesê nûçeyan dinivîsin ne zimanzan in, normal e şaş binivîsin. Bi silavên biratiyê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar