25 juli 2022

Li ser şiroveya dilxwazekî min

Dilxwazekî minê bi navê Huseyîn Ozcan li ser nivîsên her sibe ez belav dikim û bîranînên min gotiye:

”Beyanî baş Kurdistan. Her sibe dema ez ji nava cih û nivîna radibim berê rupela mamoste Zinarê Xamo duxûnim, paşê dest bi kar dikim. Xudayê alemîn temenekî dirêj bide te înşallah.” 

Hezkirin û ecibandineke wiha bibê nebê tesîrê li meriv dike, kêfa meriv tîne, meriv dilşa dike.

Xwendevanên min ên wiha hindik bin jî çend heb hene, her sibe riyên xwe bi bloga min dixin, dikevin malpera min a Facebookê, bîranînên min, nivîsên min dixwînin.

Ji bo xatirê Huseyîn Ozcan û çend xwendevanên wek wî bin jî hetanî ez kanibim ezê îstîkrarê û berdewamiyê nîşan bidim û her sibe tiştekî biweşînim.

Berê çend salan min sibehan bi dûrikeke dildariyê û bi pêkenînekê dest bi rojê dikir.

Piştî 3-4 salan min dev jê berda. Nuha jî bîranînên xwe diweşînim. Hetanî nuha min 188 rojan belav kiriye. Di nav salekê da ewê biqede.
Dûra jî ezê dest bi tiştekî din bikim.
Kesên her roj min taqîb dikin hindik bin jî hene. Ez viya di bloga xwe da ji jimara kesên min taqîb dikin derdixim.

Wek Hueseyîn Ozcan, kêfa hin kesan ji nivîsên min ra tê, lema her sibe bi dûzan riya xwe bi bloga min û bi malpera min a Facebookê dixin.

Lê hin kes jî ji ber ku dilnexwazên min in, ji ber ku ji min hez nakin nivîsên min meraq dikin, dixwazin bizanibin min çi nivîsîye?

Yanî meriv kane bibêje hin kes ji ber dilxwaziyê û hin kes jî ji ber dilnexwaziyê nivîsên min meraq dikin, lema jî min taqîb dikin.
15 sal in ez her roj dinivîsim, neçûbim rêwîtiyekê, ya jî ne nexweş bim miheqeq nivîsekê, du nivîsan, hin rojan jî 3-4 nivîsan dinivîsim.

Yanî her roj bloga xwe, malperên nuh(update)dikim. Xwendevanên xwe tu carî xeyalşikestî nakim, gava xwendevan riya xwe bi blog amin xe, bi malperên min ên Facebookê û Twîtterê xe miheqeq ewê çend nivîsên nuh bibîne. Ji ber ku ez di karê xwe da pir cidî me û qîmeteke mezin didim îstîkrarê.

Ez ji tembeliyê hez nakim. Tiştê ji min tê dikim, ji karê xwe jî hez dikim. Ez blogeriyê, nivîsîna bi kurmancî wek micadeleyeke li dijî asîmîlasyonê û şerê li dijî dagirkeriyê dibînim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE