Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1986-07-26
Li komelê civîna Komîteya Pariyê çêbû. Biryara Paritiyê ya li ser hilbijartinên
Tirkiyê hat eşkerekirin. Biryar bi kurtayî wiha ye:
-Ewê li dijî ANAPê propaganda were kirin û alîkariya tu partiyekê neyê kirin.
Heger li derekê namzetekî pêşverû, kurdperwer hebe li ser piştgiriyê hevalên
welêt ewê biryarê bidin.
Mahmût (Mahmûd Kîper) jî li dijî vê biryara Partiyê derket, got ev biryar şaş e, nabe meriv meselê ji hevalên hundur ra bihêle, di rewşa îro da dibê meriv alîkariya SHPê bike. Ya jî li kîjan bajarî emê alîkariya kê bikin dibê were diyarkirin.
Hesen Mizgîn got bi ya min dibê em piştgiriyê bidin SHPê.
Mahmûd got ev biryara Partiyê li Ewrûpayê hatiye girtin, hevalên welêt kes guh nade vê biryara partiyê. Gelek hevalên me jixwe di nav SHPê da dixebitin. Ewê piştgiriya SHPê bikin.
Min û Heyder (Heyder Diljen) me got piştgiriya SHPê, Sosyaldemokratan ne karê me ye, dibê em piştgiriya tu partiya tirk nekin.
Li ser vê di nabêna Mahmûd û Heyder da minaqaşeyeke hinekî ne xweş çêbû. Mahmûd ji Heyder ra got ”ev dîtina Rizgarîyê ye. Wê demê tu çima naçî Rizgariyê?”
Heyder aciz bû, wî jî got ”dîtina te jî wek ya SHPê ye. Tu jî çima naçî SHPê?”
Lê em ketin nabêna wan, me nehîşt mesele mezin bibe. Me biryareken uh negirt. Her kesî fikrê xwe got. Heval ewê dîtinên me bibin merkezê.
XXX
1987-07-26
Ez çûm Uppsalayê, me civîna Komîteya Partiyê çê kir. Ezê rapore civînê binivîsim û teslîmî hevalên merkezê bikim.
XXX
1996-07 26
Jimara miriyên zindanan derket heyştan, îro hebên din jî
mirin. Dibêjin hetanî sibe çend kesên din jî ewê bimrin. Felaketeke mezin e.
Zarokên me li ber çavên me dikujin û em nikanin tiştekî bikin.
Wezîrê Edaletê Şewket Kazan îro dîsa peyivî. Di şêla hukûmetê da sertbûn heye,
nermbûn tuneye. Kazan got heger dev ji grewê bernedin emê midaxele bikin. Belkî
hetanî sibe bigrin ser hefsan. Di êrîşeke wiha da ez bawer dikim ewê gelek
însan werin kuştin û birîndarkirin.
Yekîtiya Ewrûpayê û hin dewletan ji Tirkiyê daxwaza qebûlkirina şertên giriyan
kirin. Lê hukûmet guh nade kesî, ji ser a xwe nayê xwar. Hetanî sibe kane
hedîseyên mezin çê bibin.
Girtiyên PKKê jî(4 hezar kes in)îro biryar dan, gotin ew jî tevî grewê dibin.
Mesele mezin dibe.
Îro li Stockholmê ji bo girtiyên hefsan meşeke piştgiriyê çêkirin. Min gelkî
dixwest ez jî herim meşê, lê di saeta kar da çêkirin, ez neçûmê, min nikanîbû
dev ji kar berda.
Medyaya swêdî baş qala kir.
XXX
1997-07-26
Ez bi Fûadê me ra peyivîm. Got bavê min pasaport girtiye, çûye Binxetê mala
Cahfo. Berê çûye Anqerê, li wir wîze girtiye û ji wir jî çûye Sûriyê Mala Cafo. Ez gelkî
aciz bûm.
Min telefonî mala apê xwe Hecî Emer kir, ne li mal bû. Amojna min Seadetê got saetek berê ew û Ekrem bi hev ra derketin, çûn çarşiyê.
XXX
1999-07-26
Heta ji Evdila Ocalan tê bira bibêje aştî, tirk qet guh
nadin gotinên wiha, ew siyaseta xwe ya qilasîk ya antî-kurd didomînin. Siyaseta
tirkan ya millî ya kurdan asîmîlasyon e, înkar e û qetlîam e.
Serdozgerê dewletê îro jî di heqê 33 endamên Parlamentoya Kurd ya li Dervayî
Welêt emrê girtina wan ya xiyabî da. Wê rojê jî ceza dabûn hemû rêvebirên
HADEPê.
Li ser vê ceza girtine êdî mafê wan tuneye bibin berpirsiyarê partiyeke siyasî.
Lema jî ji mecbûrî gişan îstîfa kir.
XXX
2020-07-26
Mihemed Ronahî ji in min ra mesajek şandiye, gotiye di 19ê tebaxê da daweta lawê wî heye, destteng e, jê ra
hinek pere lazim e. Gotiye heger li ba te tune ji min ra ji derekê deyn
bike.
Min ev bersîva dayê
”Mihemed ez îro ketime înşeatê, di demeke pir xerab da tu li min diqesirî.
Xwezî
îmkana min hebûya û min kanîbûya bi tiştekî bi qîmet alîkariya biraziyê xwe
bikira.
Herçî deyn e ez ji kesî naxwazim. Lê ezê ji te ra 2000 TL bişînim û
bira ji biraziyê min ra ew jî xelata min be. Ji min hew diqede.”
Berê jî dema ji hefsê derket min jê ra ez ne şaş bim 3 hezar lîre şand.
Ez ji Mihemed hez dikim, heger perê min hebûya minê zêde bişanda.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar