26 juli 2022

Şaşiyên rastnivîsê bûne qîr û bi min va zeliqîne

Ez nuha pê hesiyam min hin tarîxên bîranînên xwe şaş nivîsîne, min jimara rêza nivîsan jî tevlihev kiriye, min hin roj, hin tarîx du cara nivîsîne. Yanî jimar û rêza nivîsan tevlihev bûye.

Min xwest rast bikim lê ji heq derneketim, gêj bûm, pir westîyam.

Min di blogê da şaşî rast kirin, lê rastkirina yên di dosya min da nebû, ev 3 saet e ez pê da ketime e rast nebûn, serê min gêj bû, min dev jê berda.

Hetanî nuha min 189 heb weşandine, dibê gişan ji blogê ji nuh va yek bi yek kopî bikim. Ew jî karê rojeke temamî ye. Dema li ber kompîtorê zêde dimînim çavên min diêşe, hêsir dikin.

Hiş tunebe meriv wiha serê xwe dixe belayê. Şaşiyên rastnivîsê û tarîxê bela xwe ji min venakin, hetanî herim gorrê ewê wiha tim min biwestînin. Qey ev jî qedera min e.

Esas ez ne merivekî bêdîqet im, tiştan hema li hev nameliqînim, pir dîqet dikim û dixwazim karê min tekûz û bêkêmasî be, lê nabe.

XXX
Hin nas û şopînerên min carnan bi "Gifan" nivîsên min diecibînin. Gîfên bi hereket û ecêb in.

Gelek kes belkî ji gîfan hez dikin, lema jî bikar tînin.

Belkî bi we ecêb were lê gîf min nerehet dikin, gava ez hereketên ecêb dibînim nerehet dibim, nikanim li nivîsa xwe binêrim, min gelkî aciz dikin.

Rica min ji we bi "gîfan" nivîsên min neecibînin, nivîs û ecibandineke normal têrê dike. Belkî kêfa we ji "gîfan" ra tê lê min aciz û nerehet dikin.

Peyayên mest û mezin bi "Gîf" mîfên pir ecêb, yên bi hereketên beloqanî, wek lampeyên tabêleyên sîneman, bar û pawyonan vêdikevin û vedimirin nivîsên min diecibînin.

Gava ez wan dibînim asabê min xera dibe.

Belkî ez ne normal im, lê "Gîf" min nerehet dikin, lema jî rica min ji we "Gîf" mîfan naxwazim !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE