Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1996-07-27
Îro di girtîxaneyan da 3 kesên din mirin, jimara kesên di
grewa birçîbûnê da mirin derket 11a.
Radyoya swêdî di xeberên saet di 12a da got heyetek parlamenter ketine nabênê,
hukûmetê jî hin daxwazên girtiyan qebûl kirine.
Piştî vê lihevkirinê girtiyan dev ji grewê berdane û midaxeleya tibî dest pê
kiriye.
Bi hukûmetê çi dane qebûlkirin hîn ne diyar e, radyoyê negot tiştên hukûmetê qebûl kirine çi ne?
Gelo ev tiştên hukûmetê qebûl kirine hêjayî mirina 11 xortan in?
Sibe ewê mesele eşkere bibe. Hêvî dikim hin kesên din jî nemrin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar