27 juli 2022

Îraq cî li Tirkiyê teng dike

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî êrîşa Tirkiyê ya ser Zaxoyê û kuştina 9 sivîlan protesto kiriye.

Nûnera Daîmî ya Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Linda Thomas Greenfield jî di civînê da peyivîye, gotiye "Washington êrîşa li ser Zaxo û kuştina sivîlan şermezar dike..."

Ev cara pêşî ye Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser êrîş û qetlên Tirkiye li başûrê Kurdistanê dike dipeyive û şermezar dike.
Îraq cî li Tirkyê teng dike. Ev pêşketineke baş e, dibê kurd û ereb bi hev ra vê şêla xwe bidomînin, Tirkiyê ji Kurdistanê û ji Îraqê derxînin. Mayina leşkerên tirk ji bo herdu miletan jî malwêraniyeke mezin e.

Tirkan ji bo propagendeyê 4 rakêt avêtine ji konsulxana xwe ya Mûsilê.

Tirkiyê jî ji bo ku xwe mezlûm nîşan bide do bi şev 4 rakêt avitine ji der dora konsulxaneya xwe ya Mûsilê.

Ev îşê Tirkiyê ye, kane 9-10 esker û sivîlên xwe jî bide kuştin. Sextekarî, hîlekarî, tertîp, komplo, derew kar û sinetê hukûmeta Tirkiyê ye, di rojên pêş da li başûr û rojavayê Kurdistanê, li Îraqê û li Sûriyê ewê tiştên wiha bikin. 

Tirkiye gerek ji başûr û rojavayê Kurdistanê were derxistin, ji bo vê yekê jî hewcedariya kurdan bi alîkariya Îraqê û Sûriyê heye.

XXX

Sekreterê Esaîb Ehlî Heq Qeys Xezelî gotiye, “Dagirkeriya Tirkiyê ji dagirkeriya Amerîkayê xetertir e.”

Ev dîtin sedîsed rast e, yê viya nebîne ya kêmaqil e ya jî hevalê Tirkiyê ye.

Afganîstan, Îraq bi dehan welat di bin dagirkeriya Amerîkayê da bûn, Amerîka ji gişan vekişiya. Gava milet li dij be piştî demekê vedikişe. Welatên Ewrûpî giş wiha ne.

Lê tirk ne wiha ne, tirk ketine kîjan welatî tu carî bi rehetî jê derneketine.

Ji Kurdistana başûr û rojava, ji Îraq û Sûriyê jî ewê bi rehetî dernekevin, dibê zorê bibînin, bi darê zorê werin derxistin.

Ev erdê nuha dagir kirine hindik e, li wir cî didin nigê xwe, çavê wan li tevahiya rojavayê Kurdistanê, Mûsilê û Kerkûkê ye jî. Dibê ereb û kurd hêzên xwe bikin yek wan ji welatên xwe derxînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE