Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1986-07-28
Ji kar derketim rasterast çûm malê. Min telefonî Emer
Tuko(Gavan)kir. Me li ser rewşa xwe hinek sohbet kir, got bira Mûrad were û me
bêxeber nehêlin. Bira haya me ji hev hebe.
Li ser civîna sibe ya li ser 12ê îlonê bi Heyder ra (Heyder Diljen) peyivîm. Min
jê ra qala biryara Federasyonê kir. Got tiştê Federasyon dike çewt e, dibê
meriv daxwaza wan qebûl neke. Kê ban kiriye ne muhîm e, dibê beşdar bibin.
XXX
1987-07-28
Min îro rapora civîna komîteya partiyê teslîmî Seîd Aydogmuş
kir. Min rapor bi kurmancî nivîsî bû. Dema dît rapor bi ne bitrkî ye mirûzê xwe
tirş kir. Ne bi dilê wî bû, got "bira bi tirkî be ji bo ku her heval jê fêm
bike. Bi kurdî her heval baş jê fahm nake...."
Min got ez bi tirkî nanivîsim, wek partiyek kurd dibê zimanê me jî bi kurdî be.
Li ser vê meselê me li hev nekir. Got dibê meriv realîtê qebûl bike, li gorî wê
hereket bike.
Min got na, dibê meriv vê rewşê biguhere. Me tiştek nexist serê hev, ne
wî ya min qebûl kir, ne min ya wî qebûl kir. Lê min got ez raporeke din bi tirkî
nanivîsînim.
XXX
2016-07-28 20:45
Kurdekî bi navê Rizganê Nûrê ji min ra e-mailik balkêş
şandiye, gotiye:
”Silav rêz mamoste. Hevalekî mın heye ji suverga Riha yê ye.
Dibê je em türkmenin, 60 gündên me li hêla Qerejdaxê hene. Dibêjin kal bavên me
ji Asya Navîn hatine vê derê. Camêr dibê gelo em kurd in navê êşîra me Türkmen
li me kirin e mamoste evena kurdin ya jî türkmen in? Ji kerama xwe tu zanî
bersivê min ra bişîne.
Silav rêz ji te û malbata te ra”
Min ev bersîv dayê.
Li Qerejdaxê eşîra tirka heye, eşîreke kurd e, tu têkiliya
wan bi tirkan tuneye. Navê vê eşîrê çima û kînga bûye "eşîra tirka"
ez nizim.
Lê miheqeq sbebek û dîrokeke wê heye. Ji bo eşîra Qeregêçiyan jî tirk eynî
tiştî dibêjin.
Tirkan heta nuha ne ji bo Qeregêçiyan û Tirkan tenê, ji bo hemû kurdan digotin
tik in.
Lê kêm kêmaqilên jê bawer bikin hene. Çawa navên bajarên me, gundên me
guhertine, çawa paşnavên tirkî dane me, di dîrokê da navên hin eşîran jî
guhertine. Paşnavên bi hezaran kurdan kirine ”Turk, Turkoglu, Turkmenoglu,
Ozturk” .
Ma vana turk in?
Na, tirkan bi qestî ev paşnavên tirkî dane wan. Muheqeq mesela eşîra Tirka jî
tiştekî wiha ye. Jê ra bibêje kalikê wî, kalêkalê wî, pîrika wî, pîrapîra wî
kîjanî gotineke bi tirkî zanîbûne.
Bi meriv ra aqil hebe meriv li gorî vireke dijminê xwe, eslê xwe înkar nake…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar