28 juli 2022

Jiyan û surprîzên wê

Jiyan(heyat) mişt surprîzên rengorengo, baş û xerab, xweş û tahl in. Meriv nizane sibe ewê çi were serê meriv. Tu hew mêze dikî tiştekî qet ne di hesêb da hat serê te.
Carnan tiştên baş in, kêfa meriv tînin, carnan jî xtiştên xerab in meriv xemgîn dikin.

Mesela min nizanîbû min hin tarîxên rojaneyên xwe li bin guhên hev xistine, hin roj dubare nivîsîne. Gava pê hesiyam min kir ax wax, lê bêfêde bû, surprîza jiyanê bû dibê min qebûl bikira.

Lê li alî din min nizanîbû min hewqas sal notên rojane nivîsîne. Gava di arşîva xwe da ez rastî defteran hatim ez matmayî mam. Ew jî surprîza jiyanê bû. Lê bi dilê min bû, kêfa min anî.

Xanima min heta du hefte berê sipûsaxlem bû, em rojê li dora du saetan bi hev ra digeriyan. Lê di gerr û seyrana Waxholmê da bi hilkişîn û dakişîna ji nêrdewanan feqîrê çong ket ber, bûye wek Tîmulengê kût, dikule.

Em giş sexlem û bi kêf çûn gerra xwe, lê di vegerê da me zayîatek da, me xanim kût kir û em vegeriyan.

Ev jî surprîzeke jiyanê ya ne xweş bû, em ne li bende bûn, lê surprîzên heyatê pir in, meriv nizane kînga ewê çi derkeve pêş meriv.

Yanî meriv nizane sibe ewê çi were serê meriv, jiyanê ewê çi surprîzê nîşanî meriv bide.

Lê dîsa jî meriv pilan û programên dûr û dirêj çêdike. Çimkî meriv xwe nemir hîs dike, wek ku merivê nemir û tim dunêdî be hereket dike.
Lema jî heta roja dawiya jînê jî meriv tim di nav keft û leftekê da ye, tim tiştekî ji bo pêşerojê pilan dike. Fena ku merivê kût nebe, nexweş nekeve, nivîsên xwe li binê guhên hev nexe hereket dike...

XXX
Min bîranîna xwe ya rojane belav kir. Nuha rehet im. Dema karek di destê min da be û neqedînim bêhuzûr dibim, hişê min tim li ser e. Nuha êdî rehet im.

Ezê rabim qahwa xwe ya sibê çêkim, xurîniya xwe bikim û dûra jî herim meşa xwe ya rojane.

Ev çendak e nigê xanimê ketiye ber, nikane zêde bimeşe. Lema ez mame bi tenê.

Nas û dostên betal, yên di mal da, hûn jî ji hêlînên xwe derkevin û herin bîstekê hewa paqij tenefus bikin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE