28 juli 2022

Artêşa Tirkiyê kuştina kurdan ji xwe ra kiriye karekî rojane

Tirkiyê îro dîsa li rojava Kurdistanê 5 keç û xortên din kuştine. Di nav çend rojan da 26 kurd bi namerdî kuştine.

Ev terorîzmeke pir mezin e, jenosîdeke dûrî aqil e. Her roj bênabên gund û bajarên rojavayê Kurdistanê topbaran dikin û bi dronera çend kesan dikujin.

Ev wahşet e, sûcekî li hemberî însanîyetê ye. Kurdan tahrîkî bersîvdanê dikin. Dixwazin kurd bersîvê bidin, çend leşkerên wan bikujin ji bo ku viya bikin hincet û dest bi êrîşeke mezin bikin.

Sebebê van qetlên rojane ev e, dixwazin kurd jî ji wan çend kesan bikujin. Belkî ew bi xwe tiştekî wiha bikin, çend leşkerên xwe bikujin û bibêjin PYD ye. Kanin çend ajanan jî bikin şahid. Yanî bêbextiyeke wiha ji tirkan tê, berê jî gelek caran tiştên wiha kirine.

Dibê Amerîka, Rûsya, Neteweyên Yekbûyî, dinya vê terora li hemberî miletê kurd, li hemberî xelkê sivîl tê meşandin raswestînin.

Gerek dewletek nikanibe li miletekî mezlûm ji kêfî vê zulmê bike, her roj çend kesan jê bikuje.

Yek serê yekî bişkêne, kêrekê li yekî xwe sûc e, cezayê wê heye. Lê tirkan li rojavayê Kurdistanê di nava 5-6 rojan 26 kurd kuştine, lê cezayekî van qetlan tune ye, kes tiştekî bi wan nake.

Ev ne tu hawa ye, dibê dewleteke nikanibe miletekî terorîze bike, her roj çend kesan jê bikuje.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE