Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1986-07-29
Ji bo meş û protestoyên 12ê îlonê em li KOMKARê civiyan. Şeş
komele û hêz beşdar vê civînê bûn. Nûnerê Federasyonê Batalê mûşî(Ahmed Yaman) got em tevî
vê xebatê nabin. Nameyek Federasyonê da me.
Di nameyê da Federasyon nabêje ji bo çi em banga we qebûl nakin û hewce dibînin
bangeke nuh bikin.
Nûnerên komelan ev şêla Federasyonê rexne kirin, her kesî got ne muhîm e kê ban kiriye, dibê meriv vê yekê neke gelş.
Federasyon tenê dibêje çima we ban kiriye, dibê we nekira, we ev kar ji me ra bihîşta, me yê ev însîyatîf bigirta.
Piştî Batal çû li ser vê şêla Federasyonê minaqaşe hat kirin. Wîldan Tanrikulû got, em bi hazirî û bi vê platformê herin civîna Federasyonê û bibêjin werin em xebatên xwe bikin yek.
KUK-SEyê, Dev Yolê gotin dibe. KOMKARê û ÎSTIBê gotin na, dibê em tawîzê nedin wan.
Min got dibê em pêşniyarê bibin ji Federasyonê ra, em bibêjin vê banga xwe paş da bigirin, werin em bi hev ra civînekê çêkin û bi hev ra biryarekê bigrin û dest bi xebatê bikin.
Me biryar girt em roja pênşemiyê(31/7) saet di 10ê sibê da li dîsa Komkarê bibcivin û bira her kes biryara xwe ya dawî bibêje. Dûra emê li gorî wê hereket bikin.
XXX
1996-07-29
Şikir ji Xwedê ram e ev roj jî dît, Azadê me mezin bû, bû xort, îro jî çû
eskeriyê.
Lê me ne çû ew rêwî kir, ne jê ra çend deng lîrand, ne jî diya wî sebê giriya.
Hema xatir ji me xwest, da rê û çû. Ma ev jî eskerî ye Xwedê hebînî !
Li Wêranşarê gava yek diçû eskeriyê malbat, nas û dostan ew rêwî dikirin. Çûna eskeriyê wek çûna ser mirinê bû, bêdilê her kesî bû, lema di nav malbatê da dibû şîn. Dê, xwe, pîrek digriyan û dema bi rê diket jê ra dilîrandin
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar