29 juli 2022

Çima wek miletên din em jî nebûne xwedî dewlet?

Ez nuha li hewşê bi tenê rûniştime, geh xwe didim ber tava sibê, geh direvim ber siya berbankê/terasê.

Gava meriv bi tenê be meriv dikeve derya xem û xeyalan. Ez ji xwe ra li ser halê me yê perîşan, li ser bindestiya me kûr û dûr fikirîm, me û miletên bûne xwedî dewlet didim ber hev, ji ber perîşaniya me kizînê bi dilê min dikeve.

Min ji xwe ra got, li Afrîkayê, li Asyayê gelek miletên di warên civakî, siyasî da ji me pir û pir paşdatir bûn xwedî dewlet, çima em nebûn, nikanîbûn bibana?

Miletên li Afrîkayê û Asyayê bûne xwedî dewlet me ji gelekên wan pirtir serî hil daye, micadele kiriye, xwîn herikandiye, şehîd dane.
Serokên ji nava me derketine û pêşengiya serîhildanan kirine ji yên gelek miletên xelas bûne, bûne xwedî dewletên netewî zanetir û canfîdatir.

Yanî ne kêmî rêber û serokên wan in. Lê dîsa jî em li tu beşekî welatê xwe rizgar nebûn, nebûn xwedî dewleteke netewî.

Sebebê vê yekê yên ji me da ne û yên ne ji meda ne hene, ez bi viya zanim. Lê dîsa jî ez dibêjim çima bi seddan miletên ji me paşdatir giş bûne xwedî dewlet, lê em nebûn?

Ez ji nifir mifiran bawer nakim, lê ez dibêjim em şaşiyekê, kêmasiyekê dikin.

Em wek kilet gelek fedekariyan dikin, em li ber xwe didin, bi comerdî canên xwe, malên fedayî welatê xwe dikin lê dîsa jî têrê nake, em nagihîjin armanca xwe.

Em wek milet qehremaniyên pir mezin, yên dinya alem teqdîr dike, pesnê wan dide dikin , lê em dîsa jî nikanin zora dijminên xwe bibin û bigihîjin azadî û serxwebûna xwe.

Ev çi bela ye, çi musîbet e hatiye serê me kurdan ez nizanim, gava miletên xwedî dewlet tînim ber çavên xwe tenê bi halê me, bi perîşaniya me xembar û kelogirî dibim.

Erê bêhêvî nabim, zanim emê jî rojekê bigihîjin azadiya xwe, zanim rojekê ewê Kurdistana azad û serbixwe çê bibe, lê ditirsim pir bajo, vê zelûliyê em hîn pir bikşînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE