Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1986-07-30
*Piştî kar çûm çarşiyê, min Uzêr Al dît. Heyder Diljen 430 kron ji bo ku ji Armancê ra hin tiştan bikirim ji
min ra şandibû, Uzêr da min.
Min çû ji komelê ra pakêtek kaxet kirî, da Uzêr.
Dûra ez û Mahmûd Kîper li ser civîna do û ya sibe ewê bibe peyivîn. Wî jî wek
Heyder piştgiriya pêşniyara min kir. Yanî dibê em giş bi hev ra bicivin û
biryareke nuh bigrin.
Lê Nafî Çilgin ji Mahmûd Kîper ra gotiye haya min ji vê biryara Federasyonê tune ye, me biryareke wiha negirtiye.
Yê ev tişt ji Bawer ra gotiye Ahmed Karamûs e. Karamûs ev xeber ji kê bihîstiye, kê jê ra gotiye ne diyar e, sibe ezê fêr bibim.
XXX
1996-07-30
*Dr. Nacî Kutlay îro li ciyê kar hat zîyareta min. Pênc(5) kitêbên min ên cot
hebûn, min jê ra gotibû ezê bibdim te, min danê. Pir kêfxweş bû. Tuxtor ji
kitêban pir hez dike. Ji min ra got min kitêbek li ser
”îdentîtêta/nasnameya kurdan" nivîsîye, li ber qedandinê ye. Hinekî
qala mijar û naveroka wê kir.
Min got dibê tu qala rol û tesîra kapîtalîzmê ya
li ser kurdan bikî. Gelo kapîtalîzmê kurd şiyar kirine, kirine miletekî modern
ya jî wek milet ew xistine prosesa helandinê û wendabûnê?
Ev gotina min jê ra pir înteresant hat, got tiştekî balkêş e, hêja ye meriv li ser
bifikire.
Lê di sohbeta me da min ji gotinên wî wer fêm kir di vî warî da tu dîtin û
fikreke wî tune ye, di kitêbê da qala vê tiştekî wiha nekiriye.
*Ji roja yekşemiyê û virda ye Îranê bi 10 hezar esker êrîşeke
mezin biriye ser biriye ser PDKa Îranê. Çend km jî ketine nav erdê başûrê
Kurdistanê.
Bi hezaran kurd cî û warên xwe terikandine û berbî Hewlêrê ve
reviyane. Perîşaniyeke mezin dîsa dest pê kiriye. Neteweyên Yekbûyî êrîş
protesto kir, lê Îran guh nade protestoyan. Dibê were mecbûrkirin.
Kurd bi xwe jî ne li hev in, neyartiya hev dikin. Ev yek karê dijmin rehettir
dike. Mesûd Barzanî Celal Talabanî sûcdar dike, dibêje tiliya wî di vî îşî da
heye.
Dijmin wan dikujin, ew jî hevdu sûcdar dikin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar