04 juni 2022

Me îşev şevbêrkek xweş derbas kir

 

Hevalê me yê hêja Mihmed Tanriverdî ji Almanya hatibû di Maratona Stockholmê baz da. Maraton di 3 saet û 50 deqîqeyî da qedand.
Bi ya wî li gorî carên berê netîceyeke ne baş e, lê pir ne xerab e jî. Bi baweriya min di
wî umrî da 42 km bazdan ne karê her kesî ye. Yanî 3 saet û 50 deqe pir baş e.


Piştî maratonê em çend heval li aşxaneyekê hatin ba hev û me şevbêrkek xweş derbas kir.

Ev 42 sal in ez li Stockholmê me min tu carî qelebalixek hewqasî pir nedîtiye. Saet 22.30î em ji aşxanê rabûn, li dora nîv saetê meşiyan, wek meriv li Stenbolê li cadeya Beyogluyê bimeşe.
Yanî hewqasî kuçe û kolan hewqasî qelebalix bûn. Ji ber ku îro hewa li dora 20 dereceyî germ  bû, lema milet derketibû der, aşxane giş tije bûn.

Me bi hevalan ra sohbetek xweş kir. Mala Mihemed, Keya Îzol û Nîmet Aydin ava be, wan em anîn ba hev. Sipas ji bo her tiştî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE