Heta çendakî berê jî tirk û hinek kurdên me jî li hemberî
vîrusa koronayê pir xemsar bûn, pir cesûr xuya dikirin, henekê xwe bi koronayê
dikirin, digotirn qedera meriv çi be ew e, her tişt di destê Xwedê da ye, filan û bîvan...
Gelek kesên nezan, dîndar û meleyên cahil bi hin gotin û xurafeyên beradayî milet ji ser rê da dixistin, dibûn sebebê însan xwe neparêzin.
Gelek kesên nezan, dîndar û meleyên cahil bi hin gotin û xurafeyên beradayî milet ji ser rê da dixistin, dibûn sebebê însan xwe neparêzin.
Nezanî, cehalet meriv xemsar û cesûr dike. Gava însa nizane
ewê çi were serî natirse, bêtir wêrek dibe. Yanî wêrekiya nezaniyê jî heye.
Lê heger meriv mirina xwe nexwaze li hemberî nexweşiyeke,
şewbeke wiha pîs meriv xemsariyê nake: him ji bo xwe û him jî ji kesên der û
dora xwe tiştê ji desta tê dike, guh dide temiyên hekîm û kesên zana.
Lê li tirkiyê ne milet tenê, siyasetmedar û zanayên wan ên
dînî kûpê nezaniyê û cehaletê ne, lama jî di destpêkê bi cidîyet bala milet
nekişandin û tedbîrên cidî negirtin.
Ev ne bes bû rastîya heyî veşartin, jimara
kesên nexweş ketibûn û mirin rast negotin, dezînformasyon belav kirin.
Lê çira virekan heta sibê vêketî namîne, dawiya derewan hat
û nuha her kes dibîne mesele pir cidî ye, mêranî û cesareta ji ber cahliyê şaş
e, ewê bibe sebebê zayîatên hîn mezin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar