Kurd diherin dibistanên tirkî, bi tirkî dixwînin, tiştan, ilim, zanînê bi
zimanê tirkî fêr dibin.
Hin kurd jî li beşekî din ê Kurdistanê çûne dibastanên erebî, ew jî her tiştî bi erebî fêr
bûne.
Kurdên bi tirkî xwendine, ilim, edebiyatê, tarîxê, yanî tiştên zanin bi tirkî fêr bûne.
Kurdên bi tirkî xwendine gava bi kurdî dinivîsin, peyvên nivîsên wan bi kurdî ne, lê belê
tevna nivîsê, sentaksa cumleyan bi tirkî ye, kurdekî bi tirkî nizanibe jê fêm
nake.
Nivîskarê meqaleyeke kurmancî nivîsa xwe ji diya xwe ra, ji
bavê xwe ra, ji gunduyekî ra bixwîne ewê jê fahm nekin çi dibêje.
Ev yek ji bo kurdên rojavayê Kurdistanê jî wiha ye. Çimkî
piranî bi erebî, bi tirkî difikirin û bi kurmancî dinivîsin.
Lema jî meriv nivîsên wan, heta ji twîttên wan jî baş fahm
nake.
Yanî meriv kane bibêje tesîra erebî û tirkî bûye sebebê ji kurmancî neyê fahmkirin.
Lema jî gerek meriv ne tenê li gotinan miqatebe, ji gotinan zêdetir
li sentaksê, li cumleyê jî miqate be. Bi qasî peyvê, gerek sentaksa cumleyê jî
bi kurmancî be.
XXX
”Misilman û kafirek têkevin bahrê, kî ajnêberiyê bizanibe
ewê xelas bibe. Xwedê ji cahilan ra îltîmazê nake. Misilmanê cahil ewê
bifetise/bixeniqe. Kafirê ajnêberiyê zane ewê xelas bibe…”
Kê ev gotin kiribe rast gotiye.
Kê ev gotin kiribe rast gotiye.
Lê misilmanan ev rastî hîn fahm nekirine, ew hîn wer bawer dikin ew nezan û cahil jî bimînin Xwedê ewê bi wan ra bibe alîkar.
Ewê hîn pir bipên.
Heger Xwedê alîkariya misilmanên cihal bikira ewê misilman hewqasî di perîşaniyê da nedihîştana.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar