24 mars 2020

Tiştê meriv bîr nabe



Pîrê gêrmî(meyir) nuh ji ser êgir danîbû, xistibû leganê û ji bo sar bibe danîbû ser qeraxa dika hewşê. Bala xwe dayê sofî li dor dike û leganê diçe û tê, bi hin tiştan mijûl dibe. Jinikê zanîbû sofî yekî netebitî û çi çepilxwar e, kane qezayekê bike. Loma jî bang kirê, jê ra got:

-Bira haya te ji te hebe, tu li leganê neqelibî û gêrmiyê nerjînî !
Sofî xwe tertiland, got:

-Bi navê Îlahî tiştê meriv qet bîr nabe jî ev jinik tîne bîra meriv û destê wî got çelp li leganê ket, gêrmî rijiya.


Jê xeyidîye
Mêrik di cimatê da pêkenînek xwe û got, her kes ji ken zikopiştî bû. Bala xwe danê Mistoyê dînik tenê nakene. Gotin:
-Misto, her kes keniya, ma tu çima nekeniya?
Misto got:
-Ez jê xeyidî me, ezê herim li mal bikenim.

Tasek ceh
Mele di şînê da şîret li cimatê dikir:

-Mêrikê misilman gerek tu carî bêbextiyê û derewa neke, malê xelkê nexwe û ji nimêj û niyaza xwe nemîne. Çimkî li vê dinyayê meriv çi biçîne, li wê dinyayê jî merivê wê biçine.
Li ser van şîretên mele, ji cimatê yekî got:

-Seyda, ez ne zanim tiştekî biçînim û ne jî biçinim. Ma tu dibê li wê dinyayê ewê halê min çi be?
Mele got:
-Heyra, Xwedê xefûr û rehîm e, ê qey ewê tasek ceh bide te jî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE