12 mars 2020

Kuro dîno, xwe li ser banê me li ba neke...


Min bihîstî te ji xwe ra yek xwestî
Heger ji min çêtir be pîroz û bimbarek be,
li wî bextî, li wî cesedî
Na heger ji min pîstir be,
marekî reş pê vede,
goştê canê wê bihele,
bikeve ber vî lepî,
ber vî destî.


-Kuro dîno, xwe li ser banê me li ba neke
Bi gurîka cixarê min geş neke
Qesem dikim bi navê Xwedê
Ez ya ya te me, xwe şaş neke.

-Li Ser li kanîyê çi digerî
Kanî terso, dîwar terî
Dîya min û bavê min
Li kuştina min û te digerî.

-Min go mêrga axê lo mêrga mezin e
Palaxçîyan girtî ter li bin e
Gava te destê xwe avêt tirpanê
Min go qay qolbazinê lo destê min e.

-Lo lo delal gundê me gundê bavfile ne
Min go xelkê pez û dewarê lo xwe berdane
Wele min go gava dilê te di min heye
Tu yê bibêje dilê min ketîye xwişka lo bêbira ne.

-Min go ez keçika lo Qeremanî
Çav û birûyê minê reş ji te ra Silêmanî
Wele min go ez bi heyrana wê bejn û balê
Dayika te çok daye erdê lo te jî anî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE