Yek pir kal bûbû, êdî kar û bar jê nedihat, ne sax bû, ne jî
mirî bû. Lawekî wî yê bêxêr hebû. Lawik rojekê ji bavê xwe aciz bû, girt ew xist sepetekê û bir danî serê
çiyayekî, ji bo gur û keftar bixwin.
Wexta lêwik ew danî erdê û zîvirî here mala xwe, bavê ban kirê, gotê:
Wexta lêwik ew danî erdê û zîvirî here mala xwe, bavê ban kirê, gotê:
-Lawê min, tu diherî lê te sepeta xwe ji bîr kir. Were sepeta xwe
hilde bibe mal, rojekê ewê ji te ra lazim bibe.
Lêwik got:
-Bavo, ma sepetê ji çi ra lazim be?
Bavê got:
-Ewê lazim bibe, li vir nehêle. Dema tu kal bû, lawê te jî ewê te pê bîne deyne vira.
Bêxwediya Vîrusa Koronayê kal û pîr li civatê, li zarok û
neviyên wan kirin bar.
Li nexweşxaneyan jiyana xortan di ser ya kal û pîran ra
digrin, ji kalan bêtir giraniyê, girîngiyê didin xelaskirina xortan, kesên zêde ne kal û pîr.
Dinya jî,
tib jî piştî nuxteyekê zalim dibe, dixwaze ji zeîfan xelas bibe. Belkî jî ne neheq in, dibê tercîhek were kirin.
Li Îtalyayê û Îspanyayê kal û pîr neman, li her weletekî rojê li dora hezar îxtiyarî dimrin. Yanî qira kal û pîran hatiye.
Li Îtalyayê û Îspanyayê kal û pîr neman, li her weletekî rojê li dora hezar îxtiyarî dimrin. Yanî qira kal û pîran hatiye.
XXX
Di van rojên xerab da haya meriv ji hev be baş e, dibê meriv
telefonî hev bike, bi e-mail û mesajan li halê hev bipirse. Hey em nikanin
herin malên hev, lê qe nebe bi vî hawî ji hev haydar bin.
Wekî din jî meriv alîkariya madî û manewî bi kesên motaj texsîr neke baş e. Yanî çi destê meriv tê dibê meriv di van rojan da bike.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar