02 mars 2020

Xwe li ber deriyê mala bavê min li ba neke


Dûrik, heyranokên kurmancî.

-Hey lo dilo sêrî sêrî lo xêr nedîyo
Wî lo delal ez qiçika hatim û çûm gunîya
Xwedê aynê min ji dê û bavê min ra nehêle
Serê min dane ser bal û balîgê lo xerîbîyê.


-Min go lo Kirwan bişewite gundê tirî
Min go tabûrek eskera têyo jê dibuhûrî
Xwezila dilê min bi wî çaxî, wî zemanî
Bigotana bavê Şadîyê min hatîye Stenbolê
bilêta xwe dibirî.

-Tu yê xwe ber derîyê mala bavê min li ba neke
Tu qordana saetê lo qurmîş neke
Gava tu diherî îfadekê,
Tu di nav dîwana mîr û hakiman da
Îfadeka xwe lo tu şaş neke.

-Eman eman eman eman
Min go bejn ziravo lo bi şerbetê
Wele min go vê gavê ew çi qirte – qirta
ji odeka lo bavê te tê
Min go lawiko tu netirse vana qaçaxçîne
Pasaportê derdixînin diçin binê xetê.

-Eman eman tu keçika lê li derê holê
Wele min go fîstan sorê lê gol bi golê
Wele min go lawiko tu ser min da
Dîn bûye, te xwe daye çolê.

///Berhevkar Suphî Aydin

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE