Şaşî mexsûsî însanan ye. Di jiyanê da, si siyasetê da her
kes pir hindik şaşiyê dike. Dibê meriv şaşiyên xwe înkar neke, roja gotin li
gotinê ket şaşiyên xwe qebûl bike, înkar neke.
Min tu carî şaşiyên xwe înkar nekiriye, gava ciyê wê hatiye
gotiye û xwe rexne kiriye.
Lê hinek hene di jiyana xwe da şaşiyên pir mezin kirine, rexneyên pir giran li hin serokên kurdan girtine, ew bi hevalbendiya emperyalîzmê îtham kirine û dû ra jî fena ku qet tiştek nebûbe pesnê wî dane, ew qehreman îlan kirine.
Ji van kesan yek jî Kemal Burkay e, ji Mele Mistefa Barzaniyê rahmetî ra gelek tiştên ne xweş got, ew bi hevaltiya Amerîkayê îtham kir û dû ra jî bêyî ku şaşiya xwe qebûl bike pesnê Barzanî da, li tevgera wî, li kirin û mucadela wî xwedî derket.
Lê ne Kemal Burkay tenê, gelekên wek wî hene.
Di jiyana xwe da gelek şaşî kirine, hin tiştên do li dij bûn, îro pê ra ne, tiştê do rexne dikirin, îro diparêzin.
Do, kesên, dewletên dijimin didîtin, îro jê alîkariyê dixwwzin, dixwazin pê ra bibin mitefik.
Do kesên dost û mitefikên xwe yên siyasî û îdeolojîk didîtin, îro nabînin, îro li dijî wan in.
Lê dîsa jî nabêjin me şaşî kir, dîsa jî xwe rexne nakin, tu carî qal û bahsa van şaşiyên xwe yên îdeolojîk û siyasî nakin.
Meriv şaşiyê dike, gava meriv bi şaşiya xwe hesiya dibê şaşiya xwe qebûl bike, xwe rexne bike, ji qebûlkirina şaşiya xwe şerm neke.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar