13 mars 2020

Sebra min nayê


Li der ve ximexima baranê ye, ji vêsê da ye ximîn e, venekiriye.

Li hundur bîna min teng bû.

Xanim dernakeve, dibêje baran e, wa ye qutiya xwe ya terzîtiyê derxist da ber xwe, dike ji betalî ji xwe ra karekî peyda bike. 

Belkî jî hin kincên pîne bike. Axir miheqeq ewê tiştekî li hev ragire.


Min biryara xwe da, ezê rabim kincên xwe yê baranê li xwe kim û bîstekê derkevim der. 

Ez fêrî gerê bûme, dernekevim der, bîstekê negerim sebra min nayê. Bi baweriya min pîşikekî ne xerab e, bi rûniştinê meriv kût dibe. 
2020-03-12

Mehmet Jan Mamoste Zinarê Xamo tu van nivîsên xweyên rojane tu li ser Facebook dinivîse tu difikire wekî berhemeke wêjeyî çap bike wê başbi ji bo me hezkiriyên kurmanciya te ...

Zinarê Xamo Ez dixwazim çawa naxwazim !
Min çend caran di ber weşanxaneyan ra avêt, lê tu weşanxaneyê xwe neda ber.
Weşanxaneyên me qedir nadin tiştê wiha, gerek navê wê ROMAN be.
Nivîsên min jî ne ROMAN in, li gorî pîvanên wan tiştên bêqîmet in. Lema jî tu weşanxane nivîsên min çap nake.
Lê rojekê ezê bi perê xwe qismekî nivîsên xwe biweşînim. Yanî nêta min heye.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE