Alî Babacan |
Alî Babacan û Ahmet Davutoglu herdu jî berê “emir eriyên”
Erdogan bûn û hatine ceribandin. Ji wan ne def çê dibe, ne jî zurne.
Şermeke mezin e piştî hewqas tecrûbe û serpêhatiyên tahl û tirajîk, meriv hîn jî ji Babacan û Davutoglu ji bo kurdan tiştekî baş bipê. Yek jî ji Erdogan ne baştir e.
Ji hesinê xerab şure baş çê nabe, hesinê herduyan xerab e, jê ne kêr çê dibe, jî şûr. Pir pir kanin bibin maşe.
Abdulah Gul jî ji eynî hesinî ye, heta wek fikir û şexsiyet ji Babacan û Davutoglu du qidem xerabtir e.
Bi îktîdara AKPê îspat bû îslamiyên tirk ji kemalîstan pir paşdatir û pir xerabtir in; ji wan irqçîtir û faşîsttir in. Dibê meriv ji van faşîstan tu hêviyê neke, wek milet xwe bide ser hev, hêza xwe bike yek.
Heta em ne bi hev ra bin, heta em ne xurt bin tirk xwe naguherin. Ji bo tirk xwe biguherin dibê kurd nebin hevalên tu tirkî, tu partiya tirk; bibin dost û hevalên hev.
Mûsayê Dikandar: Mamo, herkes hay ji wan tiştên te got heye.
Lê ev kesên tu behsa wan dikî dikarin qewata birayê xweyê mezin bişkênin. Ez ne
bawerim ji xeynî wê kesî hêvîyeke din ji wana bike.
Zinarê Xamo: Ez bawer nakim haya "her kesî" ji van
tiştan heye, "her kes" bi vî çavî li Babacan, Gul û Davutoglu dinêre.
Heger wer bûya kurd nedibûn hevalên wan. Lê wer be jî di dubarekirinê da zirar
tuneye. Bêdengî, negotin xerab e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar