09 mars 2020

Yekîtiya Ewrûpayê bi bertîlkirina tirkan gorra xwe dikole



Serokê Tirkiyê Erdogan do dîsa got ”Hey Yûnanîstan, tu jî deriyên xwe veke û ji bin vî barî xelas bibe.”

Wek tê dîtin mêrik Ewrûpayê bi koçberên xwe tehdît dike, ji Yekîtiya Ewrûpayê xûgiyê dixwaza, ji Yûnanîstanê ra jî dibêje tu jî wek min bike û ji koçberan xelas bibe.


Erdogan erebên Sûriyê di devê xwe da kiriye benîşt. Lê têkiliya kesên tirkan bi şiklekî organîze niqandine û birine ser sînorê Yûnanîstanê bi erebên Sûrî ra tuneye. Ew ne erebên Sûriyê ne.

Erebên Sûrî bi piranî li Tirkiyê û li Kurdistanê bi cî bûne, bûne xwedî mal û kar. 

Gelekên wan bûne hemwelatiyên Tirkiyê. 

Qismê di kampan da jî Yekîtiya Ewrûpayê û Neteweyên Yekgirtî li wan dinêre, debara wan fînase dike.

Ji xwe Erdogan naxwaze erebên Sûriyê ji bin destê xwe derxe, dixwaze wan li rojavayê Kurdistanê bi cî bike. Û ji xwe ji wan bi sedhezaran li Efrînê, li Serêkaniyê, li Girê Sipî û li gelek derên din bi cî kirine. 


Yanî yên îro li ser sînorên Yûnanîstanê ne ne erebên Sûriyê ne, afrîqî ne, afgan in, pakîstanî ne, îranî ne, kafkasî û erebên ji Afrîqa Bakur in. 

Tirkiye ji bo ku ji Yekîtiya Ewrûpayê xûgiyê bigre ji van welatan 2-3 milyona însan anîne Tirkiyê û bi wan bazariyê û tîcaretê dike. 

Yekîtiya Ewrûpayê nikane bi qebûlkirina koçberan dawiyê feqîrên Afrîqayê û Asyayê bîne. Ewrûpa nikane kî hat bigre û ji kesî ra nebêje na. Tiştekî wiha ne mimkûn e. Tirk jî viya zanin. Lê ajandeyeke tirkan ya siyasî heye, ew li dû xûgiyê û piştgiriya Yekîtiya Ewrûpayê ne. Tirk ji Yekîtiya Ewrûpayê ra dibêjin gerek hûn li Sûriyê piştgiriya dagirkeriya me bikin, şerê me, projeyên me yên li Sûriyê û li dijî kurdan fînanse bikin. Heger hûn nekin, emê jî bi milyonan koçberên dinyayê bişînin ser we. Hedîse ev e.
Dibê ewrûpî hedefa  tirkan bibînin, dibê medya Ewrûpa viya binivîse.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE