31 mars 2020

Fêmkirina hin tiştan zor e



Min nizanîbû kurdên başûr jî diçin li Qibrisa tirkan di zanîngehên wan da dixwînin.

Qibris ne dewlet e, ne welatekî serbixwe ye, bêyî Tirkiyê kes Qibrisê nas nake. Lê 325 xwendekarên kurd dîsa jî ji başûrê Kurdistanê çûne Qibrisê xwendinê. 


Çûna kurdên bakur ez fêm dikim. Hin xwendekar tu zanîngehê qezenc nakin, diçin li Qibrisê bi pera dixwînin, ya jî bêîmtîhan dikevin zanîngehekê. 

Ji bo kurdên bakur Tirkiye, Qibris zêde ferq nake, mecbûr in li derekê bixwînin.

Lê ya kurdên başûr bi min pir Ecêb hat! Ew çima Qibrisê û Tirkiyê tercîh dikin?
Ma li dinyayê welat tuneye herin lê bixwînin?

Heger li Qibrisê 325 kes bin, wê demê li Tirkiyê deh qatî wê ye.
Ez meraq dikim, gelo xwendekarekî tirk li Kurdistanê, li Hewlêrê, li Duhokê, li Silêmaniyê dixwîne heye?
Ez bawer nakim  hebe.
Ez bawer nakim yek tirk jî here li zanîngeheke kurdî bixwîne û bixwze kurdî fêr bibe.
Lê kurdên başûr bi dil û can li Qibrisê û li Tirkiyê dixwînin û bi kêf tirkî fêr dibin.

Serdar Keskin Tirkî dîplomeya başûr qebûl nake. Yên bakûr diçin zehf bûn lê ji ber ku dîploma tirkî qebûl nabe hew çûn başûr

Zinarê Xamo Ez qala kurdan nakim, ez qala xwendekarên tirk dikim. Gelo tirkekî li Kurdistanê dixwîne, kurdî fêr dibe heye?
Ma zanîngehên Kurdistanê dîplomayên Tirkiyê qebûl nakin?

Serdar Keskin Zaningehên Kurdistan dîplomaya Tirkiyê qebûl dikin. Lê min seh nekiriye tirkek li başûr xwendiye.

Zinarê Xamo Lê te gotiye: "Yên bakûr diçin zehf bûn lê ji ber ku dîploma tirkî qebûl nabe hew çûn başûr."

Zinarê Xamo Ma li dinyayê welat nema kurd diçin li Qibrisê dixwînin?
Sebebê kurdên başûr diçin li Qibrisa tirkan dixwînin çi ye?

Fidel Alış Ma hwe xwendin qumarxaneyen wan tije başurinin

Kadri Özkan Bi rêz Turkîye bi başûr ve ne grêdayîye lê başûr bi Turkîyê ve grêdayîye.
Ta bort eller dölj detta

Jamal Kazemi Li hewlêr u dihokî jî hebin ew di bizmanê tirkî korsa ji wan re daynin apê zinar!!!!
Ji xwe xandingehê gulen li başur çalak bûn ???


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE