07 mars 2020

Weqfa dêrê



Keşeyekî hebû hinekî tolaz bû, bi nefsa xwe nikanîbû, zêde dilbijokê jinan bû. Bi roj rîh bi xwe va dikir, diçû dêrê keşetiya xwe dikir. Bi şev jî rîya xwe ji xwe dikir, diçû bajêr û tolazî dikir.

Keşe rojekê  ji xwe ra jineke gelkî xweşik dît, bir mal û heta sibehê pê ra kêf û eşqek mezin borand.
Herdu serî jî ji hev memnûn man.


Bi roj dîsa rîya xwe bi xwe va kir û çû dêrê, wek hertim dîsa bû keşe. Bîstek buhurî jinika bi şev pê ra mabû çû dêrê ji bo ku gunehên xwe ji keşe ra bibêje û li ber destê Xwedê tobe bike.
Jinikê bala xwe dayê ku keşe dostikê wê yê êvarî ye. Ji mecbûrî ji keşe ra got:
-Peder, ma êdî ez çi bibêjim? Tu zanî ku şevê çûnî em bi hev ra bûn.
Keşe got:
-Keça min heger ez tenê bim xem nake, nuha hinekên din jî hene ya na?
Jinikê bi awirekî fedyok got:
-Peder, ma ez çi derewê bikim, ji ber ku her tişt ji Xwedê eyan e, weleh bêyî te şeş keşeyên din jî hene.
Keşe hêdîka rahîşt histewroza xwe, çend caran çep û rast bir û anî û dû ra jî got:
-Keça min qet metirse, Xwedê teala ewê te efû bike! Çimkî tu bûyî weqfa dêrê!

Çakêtê nuh
Siyasetmedarekî tirk li Kurdistanê di dema hilbijartinan da hilkişyabû ser kursiyekê pesnê xwe û partiya xwedida. Digot:
-Heta ji wan tê bira çamûrî bavîjin ji min da û derewan li min bikin. Ez sond dixwum heta nuha min pênc quruş bertîl ji kesî negirtiye.
Û dûra jî herdu bêrîkên çakêtê xwe vaca kirin û got:
-Li huzûra we ez bi navê Xwedê sond dixwum ku yek qurêşê heram jî neketiye van bêrîkan.
Ji nav milet yekî bi dengekê hêlî got:
-Tu were van derewan ji kumê min ra bike. Miheqeq te ew çakêta nuh ji ser terzî girtiye û li xwe kiriye!

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE