02 november 2018

Helal be ji Erdogan ra



Li gorî medyaya tirk nivîsîye Erdogan ewê di 10ê mijdarê (10/11)da here Fransayê.

Siyasetmedarên ewrûpî pir tirsonek, bêexlaq û pîs in. Ji bo pera tiştê feda nekin, kesê ji ber ranebin û nedin ser serê xwe tuneye.


Erdogan hemû serokên ewrûpî xesandine, ji tirsê hemû li ber dikin kûzekûz. 

Helal be ji Erdogan ra. Bira ew jî bibêje ez mêr im. Bi tena serê xwe Ewrûpa kiriye êsîrî xwe. Ew li alîkî û hemû Ewrûpa li alî kî. Him her heqaretê li Yekîtiya Ewrûpayê, li ewrûpoyan dike, him jî xûgê digre.

XXX
Ji 28ê cotmehê(28/10)da ye leşkerên tirk gundên Kobanê bi rengekî bênabên topbaran dikin, bi doşqeyan gulebaran dikin.

Heta nuha zarok jî di nav da çend kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Êrîşên Tirkiyê hîn jî berdewam in.

Netîceya bi qatilên Daîşê bi dest nexist, bi xwe diceribîne..

Xwedêgiravî Amerîka bi Tirkiyê ra di nava têkiliyê da ye, lê Tirkiye bi gotinê nasekine, dibê tirsê û zorê bibîne. Heger Amerîka bersîvê nede, Tirkiye nasekine.

Di nava van du sê rojan da ewê diyar bibe Amerîka bi rastî mitefikê kurda ye ya na, bi kurdan ra ye ya jî bi Tirkiyê ra ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE