Numûneyek ji serpêhatî û çavdêriyên xanimê.
Cergî xanima min ji welêt hatiye her êvar mesleyek, serpêhatiyeke wê tê
bîrê. Ji ber ez pê ra neçûm welêt û min guhertinên nuh nedîtine, ez bi zanetî
dikevim bin û dixwazim ji min ra qala çavdêriyên xwe û tiştên dîtine bike.
Îro di dema meşê da me ji qal û bal sohbet dikir. Min mesele anî ser tahlûka ereban û hêzên îslamî.
Min got van erebên mîza devan vedixwin û ruyê xwe bi
mîza devan dişon dinya herimandin, nuha jî dora Swêd e. Û kurdên me jîketine
bin tesîra propagande û virên van faşîstên neyarên me.
Xanimê got qet qal neke. Li Kurdistanê aqilê milet çelqandine. Heta bigihîj keç û jinên ciwan jî kerikonê reş li xwe kirine û ”elah elaha wan e.”!
”Di destê pîrekan da tizbiyek mîtroyek, du mîtro dirêj û ”elah û ha alaha”! Feqîrî, tirsa dewletê ne bes e, tirsa Xwedê jî xwe daye ser. Lê tirsa ji Xwedê û ji cahnimê milet qutifandiye.
Berê tiştekî wiha tunebû. Min got ereban hiş di
serê we da nehîştiye, we xêr e, ev çi tizbîya çend mîtro dirêj e û ”alaha we
ye, ma hûn dîn bûne?”
Bi tirs jê ra gotine ”estaxfirullah, estaxfirullah xweha min, ma tu bûyî gawir? Ev tizbî mubareke, wer nebêje, guneh e" û tizbî dirêjî wê kirine, gotine tu jî hinekî bikşîne.
Wê jî gotiye:
-Wê tizbiya pîsik ya eraban wê de kin, bira destê min pê nebe ! Çîçik morî ye, çima hûn hewqasî mezin dikin?"
Yanî dîn, sofîtî û îslamiyeta Daîşê li gundan jî belav bûye. Heta
bigihîje keçan û pîrekên ciwan jî tizbiyên du mîtro dirêj di destên wan da ne û
werdên meleyekî sextekar yê Daîşî daye wan dikşînin...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar