Ez nuh ji meşa xwe ya rojane hatim. Mijekî pir heye, çav çavan nabîne. Min çend rismên golê û qû ya(qubeqaza)bi tenê ajnê dikir girt lê baş dernekt.
Gava ez hêrs dibim pir digerim, hêrsa xwe, kerba ji meşê digrim.
Wer baştir e. Dema derd zêde ketin ser hev û meriv wek mozek sor hêrs bû, dibê
hêrsa xwe bera hundurê xwe nede, bi meşê bide der. Gava ez hêrs dibim pir digerim, hêrsa xwe, kerba ji meşê digrim.
Gava diwestim û canê min nerm dibe, dibe hevîr…
Nuha wek hinekan ez kiribim cûnî û wek dan kutabim.
Piştî bi vê westê têm mal, tavilê qahwa kurdî ya bi hêl(kakûle)çê dikim û di fîncana Kurdistanê da vedixwim. Min hazir kiriye nuha dikim bidim ser êgir…
Dû ra dor tê dûşê…
Piştî wê meriv pir rehet dike, hêrs namîne, canê meriv sivik dibe.
Temiya min li we, dema hûn jî pir hêrs dibin, ji xwe van deman sebebên kurd hêrs bibin bi qasî kevir û kuçikên dinyayê pir in, herin bimeşin.
Lê pir nelezînin, bi tempoyek normal bimeşin. Û piştî wê jî dibê hûn qahwa kurdî vexwin. Qahwa kizwana jî xweş e, ew jî dibe…
De bi atirê we, dikim qahwa xwe vexim…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar