10 november 2018

Li dijî asîmîlasyonê gaveke gelkî muhîm



Li dîjî asîmîlasyonê û ji bo parastin û pêşdabirina kurdî îro li Diyarbekrê civîneke tarîxî çê bû.

Civîneke pir derengmayî be jî lê tarîxî ye û dibê ev platform belav nebe û her alîkarî pê ra were kirin.
Platforma Parastin û Pêşvebirina Zimanê Kurdî ji 9 partî û platformên kurdî pêk hatiye îro li Diyarbekrê bi şîara "Zimanê me hebûna me ye" dest bi komxabeta xwe ya pêşî kir.



Piştî axaftinên nûnerê partiyan û kesên beşdar ji bo xebatên li ser zimanê 3 kom hatin avakirin. 

Komxebata Platforma Zimanê Kurdî ewê 2 rojan dom bike û encama komxebatê ewê roja sêşemê di civîneke çapemeniyê da were eşkerekirin.

Zimanê me li ber tunebûnêye, bi mirina zimanê me ra emê jî bihelin û bibin tirk. Ji xwe bi milyona kurd asîmîle bûne û qismek jî bûne tirk.

Dewleta tirk ji bo ku kurdan jî wek miletên din bihelîne, bike tirk, kurdî nake zimanê perwerdê.


Lê li alî din kurdan û partiyên siyasî jî heta nuha qet qîmet nedan zimanê xwe. Hêvî dikim ji nuha û pê da hêzên siyasî dev ji vê xemsariyê berdin û li bi ruh û can li zimanê xwe xwedî derkevin.


Ez avabûna ”Platforma Zimanê Kurdî” pîroz dikim û jê ra serketinê dixwazim.


Kahir Bateyi Tu zanî kekê Zinar ev komxebat û biryar tu hêviyê nadin mirov. Li hemberî asîmîlasyonê xebat pênevê. Xebata esasî hewce ye ku li hemberî ato-asîmîlasyonê bê kirin. Îro dewlet bi qasî siyasetmedarên kurd, partiyên kurdan, xebatkarên kurdan, sazî û dezgehên kurdan zimanê kurdî asîmîle û bêqedir nake. Ku îro zimanê kurdî li ber sekeratê be, bi qasî dewletê partî, sazî û siyasetmedarên kurdan sucdar û gunehkar in. Îro zimanê kurdî li partî û saziyên kurdan (îstîsna ne tê de) zimanekî biyanî ye û nayê axavtin. Ka bila ew partiyên me yên ev biryar girtine bila destpêkê di nava xwe de zimanê biyanî derxin û hemû kar û xebatên xwe bi zimanê xwe bikin, jiyaneke kurdewar di malên xwe dest pê bikin, da em jî bi hêvî bin. Jixwe ku wisa bikin gelek tişt diguhere. Lê wisa nakin. Ez wekî kesekî ku bi salan xebatên Tevgera Ziman di qada herî jor de daye meşandin van biryaran baş dizanim û baş jî dizanim ku bi biryar û telîmatan tiştek naguhere. Divê ku mirov hes bike. Heskirin nebe tiştek nabe. Ez dizanim ew kesên di wan komîsyonan de cih digirin kesên dilxazin û dixwazin tiştekî bikin. Lê bi dilxwaziya wan û biryaran tişt naguhere. Divê di felsefe û baweriya partî, sazî û dezgehan de ev tişt biguhere, ev biryar bên girtin û ev feraset bê avakirin û ev heskirin çêbe. Yan jî bi awayekî din bêjim heta ku îdeolojiyên me, baweriyên me yên olî, siyasetên me ji bo me ji zimanê me girîngtir bin û li pêşiya zimanê me bin, em ê her li nav serê xwe bidin û bêjin zimanê me ji dest diçe û wê di rewşa xambax ya zimanê me tê de ye jî tişt neguhere.Hewce ye ku mesela ziman ji bo hemû partî û rêxistinan meseleya sereke be, ango li pêşiya bîrdozî, ol û siyaseta wan be.
Tevî ku tu baweriya min ya bi serkevtina wan tune ye jî, dîsa jî bi dil û can pîroz dikim. Hêvîdar im biserbikevin û min li hemberî xwe mehcûp bihêlin.

Zinarê Xamo Birayê ezîz, tiştê te gotine rast in û ev 38 sal in ez dubare dikim. Li ser vê mijarê di bloga min hindik-rindik da bi sedan nivîsên min hene.
Di nivîsa xwe da min gotiye civîneke, yekîtiyeke derengmayî ye lê baş e, lazim e.
Lema jî emê bibêjin baş e û piştgiriyê bidinê.
Lê dibê meriv dev ji wan bernede, tiştên te gotine yanî ew bi kurdî dipeyivin ya na, tim ji wan bipirse.
Ezê bi xwe tim bipirsim.
Yê ev biryar girtibe û li mala xwe, di cîvîn û xebatên xwe da dîsa bi tirkî dipeyive ew dû rû ye, virek e, şarlatan e !
Yanî ya meriv van biryaran nagre û gava girt jî dibê di jiyana xwe da bi cî bîne.

Ridvan Oktay Kahir Bateyi mamoste tiştên te rêzkirine tevahiya van restin lê hinekê jî mezinê me gunehbarin ziman ji me û nivşên nû nedan heskirin rehm û dilovaniya xwe bi kurdî ser zarokan de ne anîn ziman şirîn nekirin ji ber sedemên wekî wê cîwan û zarok arasteyî zimanê biyanî bûn.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE