20 november 2018

Tirkan kinc û girêdana pîrekên Wêranşarê jî asîmîle kirine



Fermo bîstekê li govend û daweteka Wêranşarê temaşe bikin. Li Wêranşarê em ji govendgiriyê ra dibêjin ”BAZDAN”.

Yanî em him ji bazdanê(revê)ra û him jî ji govendgirtinê, ji reqsê ra dibêjin bazdan. Govendgir di govendê da baz didin...

Min bala xwe da çend vîdeoyên dawetên Wêranşarê. Di vîdeoyên dawetên Wêranşarê da kincên jinan û keçan bala min kişand.
 

Li Wêranşarê peyan(mêran) ji zû da dev ji qiyefetên milî , yên herêma Wêranşarê berdane. Berê wek ereban ya egal didan serê xwe ya jî şelwer li xwe dikirin û çefieyek/dismalek  didan serê xwe.

Lê qiyafetê pîrekan mabû û pir jî xweş bû. 

Nuha ez dibînim li Wêranşarê qiyafetên pîrekan jî ji kok da hatiye guhertin, girêdan, lixwekirina kurdî ya Wêranşarê rabûye, qiyafetê ereban û tiştekî tevlihev bûye qiyafetê pîrekan yê mişterek. 

Di dawetan da hema hema kincên hemû pîrekan bûye wek hev, axbaniyake zer li serê wan e. Hema hema li serê her pîrekê ye, govend zer dike.

Berê ne wiha bû, berê kincên her pîrekekê wek tabloyekê bû.

Girêdana serê wan, hibriyên wan yên rengîn, zêrê serê wan; biskö wan, lepik û şewka serê wan harmonî û xweşîkiyeke mezin bû.


Heta salên 1980î li Wêranşarê lixwekirina jinan, keçan û pîran pir rengîn bûn. Girêdana jinan, pîran û keçan cihê bû.

Jinan keras, qilçik, mîntan, pêşmal, qutik, gimgim li xwe dikirin  û serê xwe jî bi 3-4 hibriyên rengîn yê hevrîşim(herîr) girê didan. 

Kitana serê pîrekan ya merkezêta spî ya jî axbanîyên zer bû. Pîrekan zêr, lepik û şewk bi serê xwe ve dikirin, bisk dihûnan, neynik dixistin ber hibriyê. 

Yanî qiyafetê pîrekan qiyafetekî netewî bû, girêdana Wêranşarê, girêdana Milla bû, ji ya dêrikiyan û ruhayiyan cihê bû.

Lê tiştê ez nuha dibînim ew girêdana netewî rabûye, girêdana ereban û qiyafetekî beradayî, ne yê kurdan bûye mode û her pîrek bi wî rengî xwe girê dide. 

Min bla xwe da pîrekên di çend govendan da serê hemûyan zer dike, li serê her pîrekê axbaniyeke zer heye. Min girêdana, qiyafetê berê, qilçik, mîntan, qutik, pêşmal li kesî nedît. 

Lepik, şewk li serê tu pîrekê tunebû. Yek pîrekê jî serê xwe wek jinên berê girê nedabû. 

Ji bo miletekî ev asîmîlasyona, wetlîama kulturî ye, jinên kurd dev ji qijafetên xwe yên netewî berdane û qiyefetekî beradayî girtine…

Miletê me zû dev ji urf pû adetên xwe, ji toreyên xwe berdide û tiştên xelkê qebûl dike. Ev şaş e.Dibê hinek dest bavêjin vê meselê û girêdana Wranşarê ji nuh ve vejînin, dibê ew girêdan û qiyafetên berê wenda nebin û pîrek, keç û pîr li xwe kin. 

Kincên me, girêdana me beşekî ji kultura me ye, dibê em vê kultura xwe wenda nekin, biparêzin. 

Dibê di muzeyên Kurdistanê da kincên, girêdana Wêranşarê, Qerejdaxê hebin, dibê herêmên din yên Kurdistanê bibînin pîrekên/jinên Wêranşarê berê xwe çawa girê didin, lixwekirina wan çawa bû.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE