20 november 2018

Him li dijî asîmîlasyonê ye û him jî bi tirkî dinivîse...


Siyasetmedarê kurd e. 

Serokê partiyekê ye.

Ronokbîr e.

Nivîskarekî kurd e. Bi kurdî kitêb nivîsîne.

Şair e.

Kurdekî gelek zulm lê bûye, bi salan di zindanan da maye. Ji ber zulma dewletê reviya Ewrûpayê. Bi salan e li Ewrûpayê dijî. Bi tu hawî ne mecbûr e bi tirkî bipeyive û binivîse.


Lê dîsa jî dev ji tirkî bernade.

Siyasetmedar e, serokê partiyekê ye, ronakbîrekî kur de, bi kurdî beyanan belav dike, dibêje gerek em li dijî asîmîlasyonê rabin, gerek em li her derê, li mal, li bazarê, di otobozê û munîbusê da bi zimanê xwe bipeyivin.

Ji van gotinên wî ra kêfa min tê, dibêjim bi Xwedê her bijî ji te ra ! Tavilê halanan tê hil didim, jê ra li çepikan dixim…

Roja din hew bala xwe didimê eynî merivî/merivê bi tirkî nivîsî ye, dîsa vegeriya ye ser wezna berê.

Fena ku rojek, du roj berê ew gotin wî/wê nekiribe, ew beyan wan belav nekiribe.
 
Matmayî dimînin, nizanim çi bibêjim ?

Tiştê di facebookê û di twîttê da bi tirkî nivîsîye ne tiştekî dibê miheqeq bi tirkî binivîse, du sê gotin in, silav û kilav in, gotiye merheba ji we ra…

Yanî ne tiştekî ku nikanibe bi kurdî binivîse…

Meriv çawa hewqasî bêîstîqrar dibe ez fêm nakim !

Diyar e bi tirkî nenivîse debar nake, tirkî bûye kurm û ketiye bedena wî/wê, nenivîse nabe, bi xwe nikane. 

Di hundurê hin kesan da du şexsiyet çê bûne, yek tirk, yek kurd. Şexsiyeta tirk tim zora şexsiyeta kurd dibe. 

Lema li ku be jî nikane dev ji nivîsîna tirkî berde, nikane di nivîsîna kurdî da îstîqrarê nîşan bide. Li Ewrûpayê jî dev ji tirkî bernade. Gava bi tirkî nenivîse xwe sifir(0)dibîne, xwe înkar, dîploma xwe înakr dike. Ji ber wê jî devjêberdan ji tirkî pir pê zor tê, wek bibe îtîrafçî…

Ji zû da ye gihîştime wê baweriyê ji van siyasetmedar û kadirên îro , ne sedîsed be jî, lê ji piraniya wan tiştekî baş sadir nabe, bi van siyasetmedar, ronakbîran kurd nabin xwediyê tevgereke netewî û kurdî ji mirinê xelas nabe. 

Dibê tevgereke netewî û zimên ya pir radîkal derkeve, tevgereke nabe gopalê destê tirkan û tirkî nake zimanê xwe yê dan û stendinê  û nivîsînê û destûrê nade berpirsiyar û endamên wê bi tirkî binivîsin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE