06 november 2018

Îstîxbarata Hollanda dibêje Daîş ji bo xwe ji nû ve organîze bike Tirkiyê wek baregeh bi kar tîne



Li gorî rapora îstîxbarata Hollanda (AIVD) Daîş ji bo xebatên xwe, ji bo ku xwe ji nû ve organîze bike, Tirkiyê wek baregeh, wek şargeheke stratejîk bi kar tîn ve.

Rapor dibêje, Daîş li Tirkiyê xwe reorganîze dike û ev yek jî ji bo Ewrûpayê tahlûkeyeke mezin e.
 Dutch intelligence says IS using Turkey as base to reorganize threats to Europe

Lê belê ev yek ne tiştekî nuh e. Tirkiye ji roja pêşî da binkeyeke Daîşê ye. 

Tirkiye warê Daîşê û hemû hêzên cîhadîst in. 

Daîş girêdayî îstîxbarat û artêşa tirk e. 

Helbet ewê li Tirkiyê serbet bigerin û xwe reorganîze bikin.

Carnan xwedêgiravî hin cîhadîstan digrin û di medyayê da belav dikin lê ev manîplasyon e, dû ra ber didin. 

Carnan girtinên wiha ji bo îstîtastîkan dikin, ji bo ku dinyayê bixapînin, bibêjin me hewqas Daîş û cîhatçî girtin. Lê vir e, kesên digrin ya ne Daîş in, lê wer nîşan didin, ya jî bêhemdî tên girtin û piştî cezayekî pir sivik berdin.

Yanî girtina merivên Daîşê tiyatro ye, her tişt organîze ye.

Esas Daîş xwe reorganîze nake, Tirkiye wê û cîhatçiyên din reorganîze dike. 

Û heta li Sûriyê kurd wek nuha desthilat bin û îhtîmala di rojên pêş da bibin xwedî statuyeke siyasî hebe, Tirkiye Daîşê belav nake. 

Çimkî Tirkiye Daîşê û çeteyên îslamî li Sûriyê û li hemberî kurdan wek kerên mayinan bi kar tîne, berê wan dajo pêş.

Lema jî heta Tirkiye xwediyê vê siyaseta antî-kurd be, Daîşê ji dest xwe bernade. Dibê Ewrûpa viya baş bizane. Daîş û çeteyên îslamî şervanên Tirkiyê ne…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE