10 november 2018

Di warê asîmîlasyonê da kî çi kar û zirarê digihîne kurdan



Zane nezan, gelek kes di medyaya sosyal da dinivîse. Hinek pir tên taqîbkirin û xwendin û hinek jî kêm.

Kurdên nezan, cahil û tirkiya wan xerabe nikanin zêde zirarê bidin kurdan, çimkî ne zimanê wan û ne jî zanîna wan kesî cezbî tirkî nake, lema jî meriv kane bibêje xizmeta wan ya ji asîmîlasyonê ra bi sînor e.


Yên pir zirarê din kurdan û gelek kurdî teşwîqî tirkî dikin, dihewisînin xwendin û nivîsandina tirkî, kesên zane, întelektuel û tirkiya wan pir baş û xweş e.

Xelk him ji ber fikrên wan û him jî ji ber zimanê wan yê xweş wan dixwînin û bi vê rêyê ew jî dihewisin tirkî û bere, bere asîmîlasyon bi pêş da diçe.

Hin şêx hene zane ne, bi bandor in, lema jî murîdên wan pir in, tesîra wan ya li ser xelkê zêde ye.

Nivîskarî, întellektuelî, siyasetmedarî jî wiha ye; însan kesên zana û întellektuel taqîb dikin û di bin tesîra fikrên wan da dimînin.

Yanî di netîceyê da, ew bixwazin, nexwazin jî zirara ev kategoriya dawî dide kurdan ji ya pêşî pir û pir mezintir e.

Heger ev kategorî dev ji tirkî berde û bi kurdî binivîse, ewê him derbeke mezin li asîmîlasyonê xin û him jî feydeyeke bêhed bigihînin zimanê kurdî.

Li dijî asîmîlasyonê însîyatîfa 9 partî û hêzên kurd ciyê kêfxweşiyê ye, hêvî dikim îstîqrarê nîşan bidin û netîceyeke baş bi xwe ra bîne. 


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE