05 november 2018

Li ser neveroka hindik-rindik agahiyek biçûk



Çendakî berê min got ezê hin carnan pêkenîn û heyranokan biweşînim. Heta nuha ji herdu beşan jî min çend heb weşandin. 

Lê nuha min biryara xwe guhert. Ji nuha û pê da ezê heyranokan, dîlokan hew biwşînim. 

Di malpera xwe ya Facebookê da wek her tim ezê rojê heyranokekê biweşînim, lê ne di bloga xwe hindik-rindik da.

Di hindik-rindik da ezê nivîsîna pêkenîn û metelokên mîzahî dom bikim. 

Li jêr çar heyranokan diweşînim û ev yên dawî ne. Ji nuha û pê da ezê heyranokan neweşînim.

-Hîva gundê me çarde şevî
Şev li şevê dadigerî
Xweziya min bi dilê wan kesan
Di ber bejn û bala zirav da radikevî.

-Gede lawkê min çû rê nîvî kir
Qutya cixarê li mal ji bîr kir
Ji ber bêhişiya te umrê min çû
Te porê min î reş tev spî kir-ç.

-Mala bavê yarê min li vî milî
Çima ji min mahrûmê dilbikul î
Xelk ketiye derdê mal û milkê dinê
Ez rebena Xwedê ketime derdê vî dilî.

-Hespê delalîkê min bi lez tê
Sura vê sibekê lê hewes tê
Xwezîka bibûma gustîlek zîvîn
Biketima tiliya delalîkê xwe yê rastê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE