Abdulah Keskîn li ser zext û êrîşên dewletê yên li ser Avestayê di
twîtta xwe da gotiye:
”Îsal, 23 saliya Avesta ye, pirsên di sala dawî de ji me hatin kirin, di van 23 salan de nehatine kirin. Insan dipirsin; ev kitêb li ser me bê girtin, li malê bê dîtin ê çi bibe? Normal gerek e tiştek nebe lê a rast em nikarin bêjin ê tiştek nebe, ji ber ku dibe û bûye.
Her 13 kitêbên Avesta ku îsal hatin qedexekirin bi vî awayî
bûn; li malekê, di rê de li ser yekî dîtin, dest li ser danîn, ew insan mexdûr
kirin û di encamê de kitêb qedexe kirin. Di sala dawî de bira jî me tiştên ecêb
dîtin; kesên ku newêrin bên standê û bi dizî kitêban dikirin.
Divê em nehêlin ku civaka me wek berê bibe civaka tirsê, bi piste pist di ber xwe de bipeyive. Divê dengê me ji her carê berztir be. Dengvedana di demên teng de ji demên normal gellekî girîngtir e.”
Divê em nehêlin ku civaka me wek berê bibe civaka tirsê, bi piste pist di ber xwe de bipeyive. Divê dengê me ji her carê berztir be. Dengvedana di demên teng de ji demên normal gellekî girîngtir e.”
Belê, îsal 13 kitêbên Weşanxaneya Avestayê hatine
qedexekirin. Di sedsala 21ê da kitêban qedexe dikin.
Meriv nikane bawer bike lê rast e. Dewleteke wiha têkeve binê erdê ! Û ji ber kitêban însanan jî digrin. Êdî însan bi tirs kitêban dikirin, ya jî newêrin bikikrin.
Wek Abdulah Keskîn nivîsîye, xwendevan jê dipirsin, dibêjin filan kitêb li mala me, bi me ra were girtin cezayê wê heye ya na? Dewletek, hukûmetek, miletek ji xwe fedî bike welatê xwe naxe vî halî. Ev, rejîmeke ji faşîzmê jî xerabtir e.
Hemû mesele ji bo ku kurd dêya xwe nebîne, ji bo kurd dilşa û bextewar nebe li hemberî kurdan ev irqçîtî tê kirin. Lê ev ji bo tirkan ne serbilindî ye, qedexekirina kitêban rûreşiyeke mezin e.
Ji ber ku li Tirkiyê huqûq, edalet tuneye ez nabêjim li
rêyên huqûqî bigerin. Lê gelo di saha navnetewî, di Mahkima Mafê Mirovan da
yanî li derve hûn nikanin giliyê van qedexeyan, vê zorbatiya Tirkiyê bikin? Û
Dibê di medyaya Ewrûpa da jî li ser van qedexeyan were nivîsîn.
Yanî dibê haya dinyayê ji van bûyeran, ji van kirinên
Tirkiyê çê bibe. Tu kanibî bi hin rojnameyên ewrûpî ra bipeyivî, qala van
qedexeyan bikî ewê pir baş be. Di medyaya Ewrûpa da gelek qelemên kurd hene,
bira ew bi te ra hevpeyvînekê bikin. Bira Firat Cewerî binivîse.
Abdulah Keskîn gotiye, ”haya herkesî ji hertiştî heye. Ne zêde
jî be hin tişt tên nivîsîn.”
Axir dibê meriv bêdeng nemîne, li hemberî van êrîşên irqçî û façzan li der û li hundur tiştekî bike.
Ne rast e meriv pîsan bi pîsan ra miqayese bike, lê gava
bike, medya îslamî di her warî da ji ya kemalîst gelkî bêexlaqtir e. Kûra
derewa ye û sed qatî ji kemalîstan bêtir neyarê miletê kurd e. Meriv kane
bibêje hêzên îslamî cêwiyên MHPê ne, lê MHPê bêtir dîn îstîsmar dikin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar