Bijîşk nexweşê li ber emelîyatê aşt(teskîn)dikir. Got qet
metirse, telaş û endîşe meke, çawa be jî, bi vî hawî ya jî bi wî hawî, heta hefteyekê tu yê ji vir derkevî...
XXX
Piştî miayenê bijîşk ji nexweşê xwe ra got:
-Cixarê nekşîne, çayê qahwê û alqolê venexwe. Û dibê tu neçî ba xanima xwe, yanî xwe nêzî jinan nekî.
Mêrik got:
-Cixarê nekşîne, çayê qahwê û alqolê venexwe. Û dibê tu neçî ba xanima xwe, yanî xwe nêzî jinan nekî.
Mêrik got:
-Baş e wek mêr êdî ji min ra çi dimîne?
Bijîşk got:
-Çawa tişt nemaye? Tu kanî rîya xwe kur bikî...
XXX
Xubsu nebî
Yekî kurd û yekî ereb bi hev ra emeletî dikirin. Danê nîvro
her yekî tasika xwe ya seferê danî ber xwe û dest bi xwarina xwe kir. Di tasika
yê ereb da hinek nanê tisî û seriyek pîvaz hebû. Bala xwe da tasika yê kurd
goştê mirîşkê û birinc e. Çav li serî bûn tas, şorik bi dev ket. Ereb pînc e,
rabû pariyek ji nanê xwe jê kir û da ber yê kurd, got fermo bixwe.
Kurd got.
-Mala te ava, xwarina min heye.
Dîsa da ber. Yê kurd çiqasî got ez naxwazim jî wî israr kir, tim nanê xwe da ber yê kurd. Gava dît yê kurd nanê wî naxwe, bi gazin got:
-Ev xubsu nebî, bo çi tu naxwî?
Yê kurd got:
-Xubsu nebî bira li ber te bî...

Xubs, yanî nan
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar